Navenda Civana Jinê, UTAMARA´yê encamên sêyemîn çalakiya wêjeyî ya bi navê “Serpêhatiya her jinekê heye” weke pirtûk çap kir û banga tevlîbûna çalakiya çaremîn kir. UTAMARA dibêje, “Pirtûka sêyemin ya bangawaziya nivîsandinê di payîza 2017´an de hat çapkirin. Gelek jin ji welatên cuda, bi pêkhate û zimanên cuda, çîrok û helbestên xwe ji me re şandin.

Xwendina çîrokekê dilsoziyê diafirîne, têkiliyê çêdike û fêmkirinê ava dike. Em xwe di van behskirinan de dibînin, mîna neynikê ye ku rastî tê de veşartî ye. Hinek çîrok gelekî dûrî me ne, hinek gelekî nêzîkî me ne. Bi rêya wêjeyê tevnek tê hûnandin ku gelekî xurt e, ev jî tevna raman û ketina nav cihana hev du ye. Dema ku me rahişt pênûsê û me dest bi nivîsandinê kir, gelek caran mîna ku em xwe jî ji nû ve dibînin. Helbest, kurteçîrok, pêkhate – yek bi yek dibin sedema ku lêgerînên me bi pêş dikevin, fêmkirina me xurt dibe û em watedar dikin.”


Rahêjin pênûsên xwe

UTAMARA dide zanîn ku îsal mijara çalakiyê wê pirsên “xeyal, daxwazên û hêvî” bin û dibêje; “Bi roja 25‘ê Mijdarê, Roja Navnetewî ya li dijî şideta beramberî jinê, em bang li hemû jinan dikin ku rahîjin pênûsê û heta Roja Têkoşîna Jinan a 8‘ê Adarê 2018‘an, xeyal, daxwaz û hêviyên xwe bi rêya helbest û çîrokan îfadebikin, ji me re rêbikin û bi vî awayî diyarî me hemûyan bikin.”


Şertên beşdarbûnê

UTAMARA şertên beşdariya çalakiya wêjeyî jî weha rave dike:

1- Di vê bangawaziya nivîsandinê de helbest û çîrok tên qebûlkirin ku behsa jin, jiyana wan û pêkhateyên wan dikin.

2- Kesek dikare herî zêde bi du çîrokan yan jî du helbestan, yan jî bi çîrokek û helbestekê beşdar bibe. Berhemên ku ji me re tên, şûn ve nayên şandin. Dema ku hûn ji me re berhemên xwe dişînin, hûn qebûl dikin ku ev berhem bên çapkirin. 

3- Çîrok û helbest ji 5 pelên A4 dirêjtir nabin (mezinahiya nivîsê 12 pukto) û yan bi destan nivîsandî yan bi rêya dijîtal dikarin bên şandin.

4- Mohleta şandina nivîsan 8‘ê Adara 2018‘an bi dawî dibe.

5- Jinên ku bi vê bangawaziyê beşdar dibin navê xwe, navnîşan, E-Mail, hejmara telefona xwe û heger mumkin be jînegeriyeke kurt û wêneyekî xwe ji me re dişînin.

6- Çîrok û helbest bi zimanê Elmanî, Inglizî, Kurdî û Tirkî dikarin bên şandin ji navnîsana li jêr re:


 Frauenbegegnungsstätte UTAMARA e.V.

“Jede Frau hat eine Geschichte”

In der Stehle 26     53547 Kasbach-Ohlenberg

E-mail: info@utamara.org