YEKO ARDIL


Em bi otobusê ji Strasbourgê diçin bajarê Lahrê ku bi qasî 60 kîlometreyan dûrî cihê çalakiya me ya nobetê ye. Wisa hatiye sazkirin ku bi şev li wê hêlê bin, bi roj careke din vegerin cihê çalakiyê. Bextê reş e yan jî sedemeke din li pey me ye, em pê nizanin, polîsê Elman rê li me birrî. Heft hevalên li Elmanya penaber, ji me girtin. Me nihêrî mesele dirêj dibe, birêz Yuksel Koç hat. Hevserokê Meclîsa bajarê Lahrê Mesûd Aslan xortekî rojavayî yê bi navê Hîşam Dilşad şandiye pêşiya me, ew dê rêbertiya me bike heta em bigihên cihê xwe. Birêz Koç piştî danûstandineke dirêj ya li gel polîsan biryar da ku em dewam bikin û ew dê hevalan bi xwe re bîne. Dilşad got, na! Hevserokê me gotiye; nebe nebe tu bêyî hevalan werî! Yuksel Koç neçar ma û got, “Hevalê min, ew hevserokê te ye, ez jî berpirsyarê wî me!” Dilşad ji ya xwe nehat xwarê. Koç neçar ma têla xwe da Dilşad û got li hevserokê xwe bigere. Dilşad di têlê de wiha gote hevserokê xwe, “Heval ev zilam wiha wiha dibêje.” Mesûd jê pirsî; “ew kî ye?” Dilşad va ye ez bi têla wî diaxivim. Mesûd li xwe diwarqile û li navê li ser têlê dinêre, çi bibîne! Yuksel Koç e û di cih de bi ser Dilşad de diqîre; kurro zû bi gotina wî bike, ma tu nizanî ew hevalê Yuksel e, wê sirgûna min ji vî welatî rake!” Wisa jî riya me vebû em ber bi bajarê Lahrê ve bi rê ketin.


Hevserokek ciwan û çalak

Gava em gihiştin komeleya Lahrê, hevserok û welatparêzên wê derê li benda me bûn. Ji me pirsîn, ka em çend kes in, me got 44. Hevserok got, “Me ji bo 60 kesî amadekariya we kiribû“, û di nav nîv saetekê de heval li cem malbatan bi cih kirin. Westandina li qada çalakiyê û 5 şevên li Cemxaneya Kehlê, raketina li gel 80-90 kesî ya li ser betonê. Lê ew şev bi giştî me ser û kincên xwe şûştin û bi nazenînî xew kir. Vêca nedibû ku em ji we re behsa hevserok Mesûd Aslan, malbata wî wisa jî behsa bajarê Lahrê nekin.


Malek û meclîsek

Mal yan jî malbata Mesûd Aslan wek rêveberiya meclîsê ye: Weysî Yildiz ê hevling, berdevkê Rêveberiya Komelê, Cîhan hevsera wî berdevka Komisyona Karên Derve, Hediya Aslan a xwesiya wan jî di Komîsyona Rêxistinê de ye, ango xaniyê ku em lê mêvan in, mirov dikare wek Rêveberiya Meclîsa Lahrê jî bi nav bike.

Hevserok 27 salî ye, bavê du zarokan e. Ev 4 sal in li Elmanyayê ye. Di xaniyekî sê qatî de rûdinin. Xanî yê apê wî ye, ap di heman demê de xezûr e jî. 4 ji wan Kurd 6 malbat li wir rudinin, tev jî di meclîsê de cih digirin.

‘Ji ber zext û tehdîta dewletê, min nema karî li wir bisekinim. Di berxwedana xweseriyê de xaniyê me jî rûxandin, niha dê û bavên min jî li Nisêbînê di kirê de ne.’

Li Nisêbînê hatiye dinê, li wir mezin bûye. Di hiş, bîr û ruhê wî de ji bilî Nisêbînê bajar û xeyn ji Kurdistanê welat nînin. Ji Adarê ve li gel Xanê Ozçelîk hevserokê meclîsa bajarê Lahrê ye.

Nifûsa bajêr 43 hezar e. Li gel Elmanan gelek biyanî jî lê hene. Qederê 100 malên Kurdan ango 500 kes ji Bakur û Rojava lê hene, 300 Kurd ên başûrî jî li vir teqrîben hene. Meclîsa Gel li wir sala 2000´î wek komele hatiye avakirin. Niha meclîs e, bi ser NAV-DEM´ê ve ye. Ji sê bajarên wek Kehl, Offenburg û Lahrê ev yek pêk hatiye.

34 Endamên wê hene, komîsyona jinan jî di nav meclîsê de ye.

Mesûd Aslan ji destpêka pênaberiya xwe ve di nava karê meclîsê de ye. Li gel rêxistina meclîsê jî wek li gelek deveran kar li ser milê çend kesan dimeşe.

Hediye Aslan di heman demê de xwesiya hevserok Mesûd e.

Piranî Kurdên wê derê ji devera Mêrdîn û Şirnexê ne, ji Bafê, Erebanî, Basatî, Pîrkanî, Kefsûrî, Zaxuranî, Xendukî û hin malbatên Ruhayî û Kerboranî jî hene.


Ne otobusek sê otobus mêvan ser çavan

Ji Strasbourgê bi qasî otobûsek mirov dihêne vir û meclîsa Lahrê di nav saetekê de hemûyan li malan bi cih dike. Hevserok Mesûd vêna jî wiha rave dike:

‘Ev demek e ku rewşa me ya herî lawaz e, nexwe em dikarin sê otobûsan jî li vir bi cih bikin. Hevalan xwest li komeleyê rakevin, lê me qebûl nekir. Ev ji bo me dibû kêmasî û ne em, ne jî gelê me yê li vê derê ji tişteke wiha re nabêjin erê. Lê dîsa jî ev nayê wê wateyê ku em serketî ne, wek meclîs kar û xebatên herêmê li ser milên çend hevalên wek: Evdilkerîm, Cafer, Hediye, Wehbiye, Cîhan, Weysî, Dawit, dimeşe. Ji bilî wan jî hevalekî ji Kurdistanê nû hatî, Cemîl heye; derfetên wî kêm û mala wî jî teng e, lê dîsa jî xwe ji tiştekî nade alî.”


Her di rêça Serok de me 

Hediye rê nade pirsa me û bi xwe dest pê dike:‘Em ji bo serok çi jî bikin ne bes e.’ Wiha dest bi kul û derdên xwe dike Hediye: “20 sal in ez li Ewrûpa me û her di rêça serok de me. Ev çalakî pîroz in, lê divê hîn bêhtir tevlîbûn hebe. Em yên nêzîkê Strasbourgê xwedî lê derkevin. Malbata min hemû tê de ye, û em serbilind in. Em li mêvanan jî xwedî derdikevin. Kengê û çi kes dibe bila bibe gava bi riya hevalan bên, deriyê me vekiriye.”


Ji bo çalakiya Dusseldorfê amadekariyê dike

Li binxetê li gundekî Qamişloyê hatiye dinê. Malbata xwe wek Bavikê Qertmînî bi nav dike. Malbata wê berê xeta trênê ji Midyadê koçî wê derê kirine. Çîrokeke wê evînî ya hestiyarî heye. Sala 1981´ê li gel Remezan bêyî destûra malbata xwe dizewice ango hevdu direvînin. Heta niha jî ji hevserê xwe pirr memnûn e. Kurek û 7 keçên wan hene. Ji gundê Nêrgizlo yê Nisêbînê ne. Bi zulma dewletê re rûbirû mane û gundê xwe berdane. Gelek kes diçin Stenbolê û ew jî dihêne Elmanyayê û wiha tiliya xwe datîne ser cihê daxê:

‘Welatê xelkê çiqas jî xweş be, ne welatê mirov e. Lê divê mirov li gorî jiyanê xwe sazkar bike. Berê ez bizewicim min navên şoreşgeran bihîstibû. Bavê min bi xwe belkî bi qasî deh salan xizmeta Apociyan kiriye. Birayê min jî di nav YPG´ê de ye. Xebata min bi giştî ye û ne tenê bi jinan ve girêdayî ye. Pirraniya malbatên vê derê nas dikim. Niha ez hem ji bo çalakiya Strasbourgê kar dikim û hem jî ji bo meşa Dûsseldorfê amadekariyê dikim.”


Xwedîderketina li Ocalan

Hediye dibêje, “Divê bi taybetî jî jin xwedî li serok derkevin, hewce be em dev ji jiyana xwe berdin û li jiyana serok xwedî derkevin.

Gotina dawiyê, eger em xwedî li serok dernekevin û van çalakiyan xurttir nekin, wê keyfa dijminan wê bê û bibêjin va ye serokê xwe di zindanê de ji bîr kirin. Lê em ti caran wî ji bîr nakin, emê rojekê berê rojekê û timûtim di nav hewldanan de bin.”

Hediye carinan tevlî çalakiyên ciwanan jî bûye: ’Em carekê ketin xaniyê CPT´yê. Polîsên Fransî êrîşê me kir û derî şikandin, li me xistin. Destê ciwanan girêdan û jin jî avêtin derve.”

Hevserê wê Remezan kêm diaxive, bi rûyekî geş li wan guhdarî dike.

Keça wan Ozlem 21 salî ye. Di çalakiyan de bi kincên gerîla ve gelek caran tê dîtin. Pêşî naxwaze biaxive, lê paşê hevokeke tenê dibêje: “Ocalan li aliyekî dinya li aliyekî!’