Dosyaya dawiya hefteyê ya rojnameya navdar a Brîtanî The Guardianê ku di pêveka wê ya Observerê de hat weşandin, bi temamî ji Rojava û Şervanên QSD, YPG/YPJ´ê re veqetandî bû. Rojnamevan Mark Townsend di bin sernivîsa "Bi sedan ji me wê bimirin li Reqayê: Jinên şerê DAIŞ´ê dikin" gotinên şervana YPJ´ê ya înternasyonalîst Kimberley Taylor a ji Blackburna Ingilîstanê derdixe pêş.

Şervana YPJ´ê Taylor gotinên xwe wiha dewam dike: "Bi şerê li dijî DAIŞ´ê dest pê dike, paşê bi şerê li dijî zêhniyeta mêrî dewam dike." Taylor behsa tecrûbeyên xwe yên destpêkê yên şerê li Bereya Reqayê dike û terîf dike, çawa şevekê di şer de çeteyekî DAIŞ´ê nêzîkî wê xwe teqandiye. Taylor a 28 salî li gorî rojnameyê ji şervanekî koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê bêhtir dişibiya gerîlayeke şerê çepgirên Spanî li dijî dîktatoriya Franco.

Rojname îşaret pê dike ku teçhîzata eskerî ya şervanê ji pêlavan heta bi kefiyê îşaret bi vê yekî dikin, jixwe zirî, kumêyirîkirî û cezmeyên eskerî di nava van şervanan de nînin.


´Bi tenê jiyanek´

Bi her halî Taylor ji rojnameyê re dibêje, ew ji mirinê re amade ye, û li ser milê wê yê çepê bi tîpên Taylandî dinivîse "bi tenê jiyanek" û ev jî li gorî gotinên wê şîara wê ye. Ew îşaret bi wê yekê dike ku DAIŞ ji cihê şer xwe vedikişîne nava bajarê Reqa û xwe amade dike û wiha dibêje, "Wan xwe ji demeke dirêj ve ji vê yekê re amade kir. Bi sedan ji me wê bimirin, gelek hevalên min wê jiyana xwe ji dest bidin. Tişta ku em ê li nava bajêr bibînin, wê ne weke ti tişta me berê dîtî be."

Rojname îşaret bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike, wî weke kesê fîlozofiya demokrasiya yekser û femînîzma li Rojava bi nav dike.

Rojnamevan Townsend ketina Reqayê dişibîne dîmenên derî rastiyê û bi gotinên fermandara QSD´ê Susan Kobani wisa behsa stratejiya DAIŞ´ê li Reqayê dike: “DAIŞ sivîl di du wargehên li dora bajêr de bi cih kirin. Ew bi wî rengî stratejîk hatin bicihkirin ku QSD nikaribe ji hin cihan êrîş bike.” 


Bi tenê xizan li Reqa dimînin

Rojname bi gotinên sivîlên ji Reqayê xwe xilas kirî, dibêje, bajar hatiye girtin û her kesa hewl dide derbasî aliyê din ê Firatê bibe ser tê jêkirin. Li aliyê din şahid dibêjin, her kesa dikare pereya bide qaçaxçiyan bi rêyekê hewl dide xwe ji bajêr xilas bike û tenê yên herî xizan li bajêr asê dimînin.

Yek ji serpêhatiyên balkêş ew e ku kurekî zarok, tevî du mezinan ji bajêr veqetiyaye, bi şev bê rêzan hewl daye ji erdên mayînan der bas bibe. Yek ji mezinan miriye, yekî ji wan du lingên xwe ji dest dane. Kurik hewl daye wî bi xwe re kaş bike, lê herî dawî mêrê birîndar jê xwestiye wî bihêle û bi tena serêx we rêya xwe dewam bike. Ew kur neha lal e û bi malbateke din a penaber re dimîne ku di rê de rastî hatibû. Ji ber ku lal bûye, kes bi navê wî zarokî nizane.

Rojname wekî din dide zanîn ku Asayîşa Rojava texmîn dike ku hezar û 500 şervanên DAIŞ´ê yên biyanî li Reqayê bi cih bûne û bi dehan ji wan jî Brîtanî ne. Kimberly Taylor tirsa xwe îfade dike ku bi nêzîkbûna Reqayê re wê tehlûkeya li ser sivîlan zêdetir bibe. 


Başûr sînor digire

Taylor, xweziya xwe îfade dike ji bo wê yekê ku femînîzma li welatên rojava xurttir bûya: “Li wir hema aliqî mane bi mnijarên piçûk yên mîna peyvan, bêyî ku pê bihisin ku tevahiya sîstemê baviksalar e.” Ew di dawiyê de ji rojnameyê re dibêje; "Ez li Rojava ewletir hîstikim ji li Brîtanyayê".

Rojname paşê bi şahidî û danasîna şervanên YPG û YPJ´ê û dema vê dike îşaret bi dewra Tirkiyeyê za dijminane jî dike. Dema vê dike behsa helwêsta Hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî dike ku pêşiyê li rojnamevanan digire da ku neçin Rojava û dibêje, "Beriya bi saelekê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê pira li ser Dîcle a ber bi Rojava ve asê kir. Çûna herêmê li çapemeniya dinyayê hema hema bi temamî hat girtin. Di heşt mehên beriya girtina sînor de 260 rojnamevanan destûr stand biçin Rojava. Piştre di nava salekê de bi tenê Observer"ê destûr stand." 


 LONDON