Dara, Dare an jî Darê, di dema Bîzansê de navê wî Anastasiopolîs bûye û di salên 1950’yî de navê vî bajarê li ser sînorê Bîzans û Sasaniyan de lê kirî, guhertine, û li ser kaxez û lewheyên rêyan, jê re gotine Oguz. Hasil ji vê geriyan û va ye dîsa navê wê, Dara lê vegerandin. 30 km li başûr rojavayê Mêrdînê ye li ser rêya Nisêbînê 10 kîlometreyan dûrî wê ye. Ev bajarê Mezopotamyayê ku di wexta xwe de bi nav û deng bû, niha li şûna wî gundekî mezin ê bi heman navî heye. Dara, ji aliyê hikumdarê Persan, Darayê Sêyem (570-530) ve weke cihê bêhnvedanê hatiye avakirin. Bajar heta çend sedsalên piştî zayînê carinan di bin hikumdariya Împeratoriya Romayê û car carinan jî di bin ya Persan de maye. Di sedsalan 7’an de dikeve destên Ereban û heta bi sedsala 15’an jî di bin desthilatiya hikumdarên herêmî de dimîne. Piştî sedsalan 15’an jî bajar dikeve destê Osmaniyan. Ji piran, serayan, sarincan û avahiyên din û pereyên carinan di nav xirbeyan de tên dîtin, xuya dike ku Dara bajarekî dewlemend bûye.
Kevirên navbera Îran û Bîzansê
Dara di rastiyê de di navbera Bîzans û Sasaniyan de bûye cihekî tamponê, bajarekî garnîzonên eskerî yên li ser sînor. Kîjan aliyî bajar bi dest xistibe, bi heman rengî ew bi kar aniye.
Hasil, Dara ji çar taxan pêk tê. Ev tax, taxa Haciyan, taxa Kelê, taxa Axê û taxa Filehan in. Dema ku mirov van taxan ango li navenda Darayê digere, şopên dîrokê dibîne bi hezar salan dibîne. Piştî şerê Gaugamelayê (331’ê berî mîladê) ji aliyê Skenderê Mezin ve li gorî bingeha xwe ji nû ve hatiye avakirin. Lê belê, şûnwarê bajarê kevnare yê ku îro li Darayê tê dîtin ji hêla împeratorê bîzansî Anastasyûsê yekem ve (491-518’ê piştî mîladê) sala 507’ê piştî mîladê hatiye avakirin û navê Anastasiopolîs lê hatiye kiri. Bi dû re jî sala 530’î, ji aliyê împeratorê Romayê Justînianusê yekem ve li gorî mîmariya helenîstîk ji nû ve hatiye avakirin. Bajarê ku ji aliyê Persan ve hatiye çêkirin tê hilweşandin û kevirên wê ji bo bajarê nû tên bikaranîn.
4 km sûr lê bûne hesar
Dora bajêr bi bedeneke 4 km dirêj hatiye pêçan. Du deriyên vê bedenê hene ku yek jê li bakur dinihêre û yek jî li başûr. Bedena bajêr ji hêla rojhilatê deriyê bakur ve dest pê dike û ji ber herêma Zellaceyê digihêje ser çem û piştî newala şikeftan jî dixe hundirê xwe, digihîje topxaneyê. Li wê derê, li ber seraya Bertevîl bi deriyê başûr ve dibe yek. Di nav vê bedenê de, hîna jî gelek xirbeyên dêr, seray, mizgeft, sûk, xanî, pir û sarincan hene.
MA/MÊRDÎN