Pirtûk, çîroka ketina rojnamegerê Misrî El-Seyid Ebdulfetah ji herêmên dagirkeriya DAIŞ’ê re, hovîtiya çeteyan û alîkarbûyîna dewleta Tirk ji wan re vedibêje.

El-Seyid Ebdulfetah di pirtûka xwe de dibêje ku ew bûye çavdêrê rewşa gel a ku ji ber hovîtiya DAIŞ’ê kambax bûye û destnîşan dike ku li beramberî vê wî operesyonên Yekîneyên Parastina Gel ên ku gelê wê herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine, şopandiye.

Pirtûka ku beriya çend rojan ji aliyên Navenda El-Qahîra ya Lêkolînên Kurdî ve hatibû çapkirin û niha li hola 2’emîn a Pêşengeha Pirtûkan a li Borsaya Weşandina Pirtûkan tê pêşandan.


Hevkariya DAIŞ û Tirkiye radixe ber çavan

Pirtûk gelek belgeyên alîkarî dayîna dewleta Tirk ji DAIŞ’ê re û hevkariya wan bi hev re raber dike. Ew behsa alîkariyên ku hikumeta Tirkiyeyê bi serkêşiya Erdoxan û istîxbarata Tirk dide çeteyên DAIŞ’ê û çawa tên perwerdekirin, dike.

Li aliyekî din nivîskar şerê şervanên jin ên Kurd ê li hember çeteyên DAIŞ’ê û qehremaniyên wan ên li Kobanê û herêmên de vedibêje.

Ebdulfetah di pirtûkê de hevpeyvînên xwe yên bi kesayetên Iraqî, Sûriye û Kurd ên di mijarên “Rêxistina terorîst, cîhana di nav îslamê de, alîkarîdayîna Tirkiyê ji DAIŞ û El-Nusra, şerê Tirkiye yê li dijî kurdên li Sûriye û Iraqê, îmkanên destpêkirina şerekî di navbera dewleta Tirk û PKK” de nivîsiye. 


 QAHÎRE