HEWKAR MISTEFA / ROJNEWS / ZAXO


Li navçeya Dihokê Zaxoyê, ji pênc komên şanoyê yên berê dixebitîn, niha tenê komek çalak e. Berpirsê komê Wehîd Behdînî got, heger alîkariya wan bê kirin, ew dikarin berhemên baştir biafirînin. 

Koma Şanoyê ya Zaxo sala 1988’an hat damezirandin û heta niha bi 45 endaman karê xwe dewam dike.

 Berpirsê Komê Şanoyê ya Zaxo, Wehîd Behdînî got, heger alîkariya wan bê kirin, ew dikarin berhemên baştir biafirînin û wiha dewam kir: “Îsal me, li Zaxo û Derbendîxanê 4 şanoyên cuda pêşkêş kirin.”

 

‘Ji pênc koman 

tenê niha koma me maye’

Wehîd Behdînî ji ber ku li Zaxo şano weke tê xwestin bi pêş neketiye, bi fikar e û wiha domand; “Ji pênc koman tenê niha koma me maye. Sedema wê jî krîza aborî ya li Herêma Kurdistanê ye. Lê em ji kîsê xwe çalakiyên xwe didomînin. Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Zaxo alîkariya bi dilê me nadin.”

Koma Şanoyê ya Zaxoyê ji derveyî xebata şanoyê karê drama jî dike. 

Koma Şanoyê ya Zaxo sala 2014’an li Libnanê beşdarî Festîvala Navneteweyî ya Sûriyeyê bûye. Di nava 12 welatên Ereb de baştirîn xelata aktoriya şanoyê li wir wergirt.