Li paytexta Elmanyayê Berlînê û bajarê wê Bremenê û li  bajarê Awûstralyayê Sîdneyê Kurdistaniyan ji bo şermezarkirina komkujiya Şengalê çalakî li dar xistin. Dawiya hefteyê li seranserê bajarên Ewrûpayê çalakî hebûn, didu ji van jî ên li Berlîn û Bremenê bûn.

Li ser banga Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), li bajarê Elmanyayê Bremenê meşeke girseyî hate lidarxistin. Gelek Kurdistaniyên li Bremen û derdora wê, beşdarî meşê bûn.

Meşê ji meydana Wall Ziegenmarktê dest pê kir û li meydana nêzî Parlamena Eyaleta Bremenê veguherî mîtîngê. Di çalakiyê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Şengalê", "Bijî berxwedana Rojava" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin gotin.

Mîtîngê bi rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Şengalê dest pê kir û piştre Serokê NAV-YEK'ê Zerdeşt Gunay axivî. Gunay got, "Birîna Şengalê hê nehatiye pêçand. Civaka Êzîdî wê birîna Şengalê bipêçe."


Bi yekgirtinê pêşîgirtina li qirkirinê

Di dewama axaftina xwe de Gunay got, "Eger em dixwazin pêşî li komkujî û qirkirinê bigirin, divê em hevgirt û yekîtiya xwe xurtir bikin û hesabên erzan ên tên kirin pûç bikin. Yên ku di komkujiyê de em bi tenê hiştin, mafê wan nîne ku li ser navê mirovên me biaxivin. Her wiha mafê wan nîne ku li ser axa me bijîn."

Li ser navê NAV-DEM herêma Bakurê Elmanyayê jî Saît Bîlgîn peyivî û bi bîr xist ku komek ji gerîla bi hezaran mirovên li Şengalê rizgar kirin.

Nûnerê Kongreya Îslamî ya Demokratîk Mele Eşref jî destnîşan kir, ku tevî barbarên DAIŞ'ê ew zîhniyeta ku li pêşberî vê komkujiya li Şengalê bêdeng maye, şermezar dikin.


Rengê qirkirinê li Şengal û Dêrimê yek e

Komkujiya Şengalê li paytexta Elmanya Berlînê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de bal hat kişandinî ser lîstikên qirêj ên dewleta Tirk li dijî Dersimê jî. 

Kurdistanî li ber Rathausê ya li Alexander Platz Rote civiyan û ji wirmeşiyan. Meş ji aliyê Federasyona Êzidiyan NAV-YEK û Însiyatîfa Azadiyê ya Dêrsimê ve hate organîzekirin. Nûnerên gelek saziyan jî beşdarî meşê bûn.

Çalakger bi gotina dirûşmên "Bijî berxwedana gelê Kurd", "Bijî berxwedana Şengalê", "Bes e ji lîstikên qirêj ên li dijî Dêrsimê", "Em ê nehêlin ku li Dêrsimê careke din qirkirin bê kirin" heta bi deriyê Brandenburger Tor meşiyan.

Di axaftinan de qisekeran terora DAIŞ'ê şermezar kir û PDK ya ku Şengal radestî DAIŞ'ê kir weke şirîkê fermana 73'an protesto kir.

Li Brandenburger Tor, polîsên Elman dirûşmeyên hatin gotin û stranên ji xwe re kirin bahane û 3 Kurdistanî binçav kirin. Girseya gel binçavkirin şermezar kir û li ber deriyê Brandenburger Tor sekinî. Piştî ku ev Kurdistanî hatin berdan, çalakî qediya.  


Li wî aliyê dinyayê jî Şengal

Li bajarê Awûstralyayê Sîdneyê qetlîama Şengalê hat protestokirin û banga xwedîderketina li Efrînê hat kirin 

Li Sîdneyê, bi boneya salvegera fermana 73´yan, hem qirkirina Şengalê û hem jî êrîşên li dijî Rojava û Efrînê hatin protestokirin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ya NSW’yê mîtîng organîze kir û gelek Kurdistanî û dostên wan beşdarî wê bûn.

Li ser navê Komîteya Amadekar, Hevserokê NCDK´ê, Tîmûr Xerzan axivî û weke xwedîderketina li Kobanê banga xwedîderketina li Efrînê kir.

Xerzan daxwaz ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Netewên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê, Dewleta Awûstralyayê û saziyên civaka sivîl kir da ku Qirkirina Şengalê nas bikin.  


 NAVENDA NÛÇEYAN