
Rêberê Gel Kurd Abdullah Ocalan di Newroza Amedê de bi şahidiya milyonan kesî Pêvajoya Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad dest pê kir. Tevgera Azadiya Kurd di pêvajoyê de tiştên ku ket ser milê wê pêk anî û ji bo meşandina pêvajoyê fedakariyeke mezin kir. Hikûmeta AKP’ê û dewleta tirk ji ber ku cidî nêzîkî pêvajoyê nebûn û li gorî ruhê pêvajoyê tevnegeriyan pêvajo hat asta bidawîbûnê. Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji bo domandina pêvajoyê sê şertên Tevgera Azadiyê ji raya giştî re aşkera kir.
Mafê Kurdan qebûl nakin
Bayik diyar kir ku AKP'ê tu carî çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurd ne pejirandiye û wiha got: “AKP’ê Tu carî mafên xwezayî yên gelê Kurd qebûl nekiriye. Ger di armanca wê de çareseriya pirsgirêka Kurd hebûya, weke PKK me bingeheke guncaw afirandin. Lê AKP bêyî derbasî muzakereyê bibe hewl da pêvajoyê bi diyalogê bimeşîne. Dema me gerîla ji mewziyan vekişand, AKP'ê amadekariya şer kir. Me şer rawestand, lê AKP'ê berê şer guherand. Berê li Bakurê şer dikirin, niha jî berê şerê xwe zîvirandiye rojavayê Kurdistanê. Bi her şêweyî alîkarî da rêxistinên bi navê El Nusra û Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê û li dijî gelê Kurd da şerkirin. Yê ku li Rojava şer dimeşîne AKP bi xwe ye. Me şer rawestand, AKP'ê şer dewam kir. Rêber Apo bingeha muzakereyan bi lezgînî afirand, lê belê derbasî muzkareyê nebûn û nexwestin derbas bibin."
Bayik li hemberî destwerdana li heyeta BDP'ê ya diçe Îmraliyê nerazîbûn nîşan da û destnîşan kir ku ku ji bo domandina pêvajoyê divê şert û mercên wekhev bên afirandin û wiha pêde çû: “ Di helwestên xwe yên li hemberî Rêber Apo de tu guhertineke biçûk nebû. Wekî mînak heyeta BDP'ê bi sê kesan dest pê kir, dûre hejmar daxistin du kesan. Timî heyet guhertin. Ev yek tê wê wateyê ku karên tên kirin, cidî nagirin. “
'Kurd bêrûmetiyê qebûl nakin'
Bayik anî ziman ku ger dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin, hingî divê mercên wekhev biafirînin û wiha berdewam kir: “Pêwîst e ev yek bi çavdêriya aliyekî sêyemîn pêk were. Ne destûr ji aliyê sêyemîn tê dayîn, ne jî şert û mercên Rêber Apo diguherîne. Bi pêkanîna mehkûmekî giran, qaşo dixwazin pirsgirêkê çareser bikin. Ev bêhurmetî ye. Kurd xwedî rûmet in. Kurd bêrûmetiyê qebûl nake. Divê dest ji vê helwestê berde. Ger dest jê bernedin, dê pêvajoya muzakereyan dest pê neke. Ji bo destpêkirina pêvajoya muzakereyê; Divê şert û mercên Rêber Apo werin sererastkirin, guhertinên qanûnî bên kirin û hevdîtin û muzakere di bin çavdêriya aliyê sêyemîn de werin kirin. Ger van qebûl bikin, hingî pêvajo ji nû ve dikare destpê bike. Muzakere ji nû ve dikarin pêk werin. Ger van qebûl nekin, hingî pêvajo ji aliyê AKP'ê ve hatiye qedandin. Gotinên 'pêvajo dewam dike' razemeniyên hilbijartinê ne. Propaganda ye."
Bayik bi bîr xist ku AKP û derdora wê pêvajoya rizgariyê dike propaganda navendên şer e û wiha axivî: “Propagandayên 'PKK dixwaze ji nû ve dest biavêje şer' dikin. Em baş dizanin ka hilbijartinên li Başûr jî çawa meşiyane. Li Qoserê beriya destpêkirina hilbijartinan em baş dizanin çi hatiye axaftin. Sûcdar timî dixwazin sûcê xwe biavêje ser milê hin kesan. Em dibêjin; yên ku naxwazin pirsgirêkê çareser bikin dê di binê çareseriyê de bimînin. Me ji aliyê xwe ve her tişt kir. Yê ku nekir AKP ye. Hem li Rojava şer meşand. Parêzerên Rêberê me ev du sal in nikarin hevdîtinê bikin. AKP çeteyan xurt dike. Bendavan çê dike. Şer dimeşîne. Balafirên keşfê difirin. Li ser dîwarê Sûriyeyê dîwar tê lêkirin. AKP bi karê dike re pêşî li siyasetê venake, şer dimeşîne. AKP'ê ji bilî şer tu gav neavêt. Bi biryardarî xwest pêşî li siyaseta demokratîk bigire, vîna Kurdan bişkîne."
PKK dema herî bihêz dijî
Bayik anî ziman ku PKK dema xwe ya herî bi hêz dijî û êdî kes nikare Kurdan bixapîne û ev tişt anî ziman: “ Îro Rêber Apo, PKK û tevgera siyasî ya Kurd yek in, kes nikare dubendiyê têxe navbera wan. Kes nikare parçe bike. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd rê û rêbazan diafirîne. Ger bi rastî dewlet û hikûmeta tirk bixwaze pirsgirêkê çareser bike, divê şert û mercên Rêber Apo sererast bike, guhertinên qanûnî pêk bîne û di bin çavdêriya aliyekî sêyemîn de muzakereyan bimeşîne. Di rewşeke berevajî de pêvajo qediyaye. Ya ku li ser me tê ferzkirin şer e. Yan jî tunekirinê ferz dikin. Ne ev gel ne jî ev tevger dê tunekirinê qebûl nekin. Heta dawiyê dê li ber xwe bide. Ji ber vê yekê dixwaze xwişk û birayên xwe yên Tirkiyeyî dixwaze ligel xwe bibîne. Derdorên demokrat û her kesên biratiya Kurdan dixwazin, divê daxwaza destpêkirina muzakereyê bikin. Bi polîtîkayên xapandinê tiştek bi dest nakeve. Ger civaka Tirkiyeyê barê dikeve ser milê xwe bicih bîne, hingî PKK jî dikare wezîfeya xwe bi cîh bîne. Divê hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê ji vê piştrast bin. Em ê ne xwe, ne gelê xwe ne jî gelên Tirkiyê nekin qurbanên lîstikên hilbijartinan. Ya muzakereyeke bi rûmet yan jî berxwedan. Divê her kes vê wiha bizanibe. Daxwaziya me ji gelên Tirkiyê ew e ku di nava piştevaniya gelê Kurd de be. Ji vê yekê jî ewê civaka Tirkiyê û gelên Rojhilta Navîn qezenc bike.”
Bayik got ku li tu devera cîhanê bi nêzîkatiyeke wiha pakêtên demokrasiyê nayên amadekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tiştên ku di pakêtê de ji bo Kurdan hatine destnîşankirin, tiştên ji xwe heyî ne. Hêj ne diyar e ku ev dê bibin qanûnî yan na. Li Tirkiyeyê qanûna li dijî terorê heye, mîna lastîkê tê vezelandin. Tu kes nemaye ku ji vê qanûnê mexdûr nebûye. Li Tirkiyê rojnamegerên baş û jêhatî ji kar hatin dûrxistin. Doktorên birîndarên Parka Gezî tedawî kirin, tên girtin. Behsa pakêta demokrasiyê tê kirin, lê dîwarên hatine hilweşandin lê dike. Li dibistanên taybet bi pereyan Kurd zimanê xwe hîn dibe. Li ku devera cîhanê gelek bi pere zimanê xwe hîn dibe. Ka demokrasî. Pirsgirêkên civaka Tirkiyeyê hene, qanûna dijterorê hat guhertin? Ewçend pirsgirêkên elewiyan hene. Ewqas pirsgirêkên Kurdan, rewşenbîrên wan, nivîskarên wan hene, kîjan ji wan hatin çareserkirin? Mafên Kurdan ê meşandina siyasetê ji dest tê girtin, gelo mirov dikare ji vê re bibêjin pakêta demokrasiyê? Pirsgirêka kesî nehat çareserkirin. Lê belê çapemeniya alîgir hewl dide vê yekê weke şoreşê bi mirovan bide pejirandin."
Hilbijartin stratejîk in
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin ku hilbijartinên herêmî yên di meha adarê de werin lidarxistin hem ji bo Kurdan hem jî ji bo AKP'ê xwedî girîngiyeke stratejîk e û wiha dirêjayî da axaftina xwe: “Ger AKP nikaribe van hilbijartinan bixe bin garantiyê, desthilatdariya AKP'ê dê têkeve xeteriyê. Destkeftiyên hilbijartinê ji niha û pê ve yên AKP'ê dê bi vê hilbijartinê re diyar bibe. Hemû derfetên desthilatdariyê ji bo vê armancê tên bikaranîn û wê bi kar bîne. Ne tenê ji bo hilbijartinên serokomariyê AKP dixwaze li Kurdistanê dengên Kurdan werbigire û bi gotina "Kurd AKP'ê dixwazin" mêtingerî û talanê dewam bike. Ger hilbijartinê qezenc neke, hingî neçare pirsgirêkê çareser bike. Serkeftina hilbijartinan ji bo Kurdan, dê bibe sedem ku pirsgirêk baştir were fêmkirin. Ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê yekemcar jinek weke namzet bê nîşandan. Ev yek wê asta azadbûnê ya civaka Kurdistanê nîşan bide. Ev yek dê di heman demê de bibe sedem ku civaka Tirkiyeyê li xwe bipirse. Dema me êdî dema azadiya jinê ye. Kî jina azad esas bigire, ew ê civakê bi pêş ve bibe. Kî jina azad esas negire divê ne li bendê be ku bi ser keve. Ev asta jinên Kurd dê asta demokratîkbûyînê nîşan bide."
ANF/ BEHDÎNAN