
FERHAD FERAŞÎN / ANHA / DÊRA ZORÊ
Hunermend û şervan Gelhat, birayê 4 şervanan e. Bi çeka xwe çeteyan ditirsîne û bi dengê xwe şervanan dicoşîne û coşa azadiyê li meydanên şer û berxwedanê yên Bagera Cizîrê digerîne.
Şervanê YPG’ê Beyar Heysem Mihemed (Gelhat Hesekê) yek ji 5 birayan e ku di nava tekoşîna azadiyê de cih digrin. Gelhat û sê birayên xwe di nava refên YPG’ê de ne û birayê 5’an jî di nava erka xweparastinê ya Rojava de cih digire.
Gelhat Hesekê xwediyê dengekî xweş e û beriya tevlî nava refên YPG’ê bibe, cihê xwe di nava xebatên bereya çand û huner de digirt. Niha jî di nava şervanên Bagera Cizîrê de stranan dibêje û morala şervanan di çeperên şer de xweş û bilind dike. Gelhat piştî sala 2014’an tevlî nav refên YPG’ê bû û cihê xwe di nava hemleyên rizgarkirina Til Hemîs, Til Merûf, Şedadê, Reqa girt. Û niha jî di Hemleya rizgarkirina gundewarên Dêra Zorê de ew cihê xwe digire.
Şehîd Çekdar nav lê kir
Gelhat li meydanên berxwedanê yên Bagera Cezîrê, bi stranên xwe coş û heyecana berxwedanê mezin dike û sînfoniyên azadiyê li ber hestên nazik ên şervanan li çola Dêra Zorê didêre. Derbarê tevlîbûna xwe ya nava refên YPG’ê de Gelhat Hesekê dibêje, ew li Hesekê tevlî nav refên YPG’ê bûye û wiha peyivî: “Roja tevlî nav refan bûm, şehîd Çekdar fermandar bû, ji min pirsî, min navê xe yê rast jê re got. Wî got, tê navê xwe yê tevgerê bikî çi, min jê re got tu dizanî, wî jî got, navê Şehîd Gelhat rake. Ji min re got, ramanên şehîd Gelhat rake, li ser ramanên Rêber Apo tevbigere, min got temam.”
‘Ji şehîd Çekdar fêrî ruhê hevaltiyê bû
Şervanê Hunermend, Gelhat, bibîranên fermandar û hevalê xwe Çekdar ê navê Gelhat lê kirî, wiha vedibêje: “Hevalê min Şehîd Çekdar, ji bajarê Hesekê bû. Ez jî ji wî fêrî ruhê hevaltiyê bûm. Gelek caran dihat gel min, li mewziyê û digot, heger tu westiyabî, ez ê li şûna te nobetdariyê bikim. Şehîd Çekdar û 2 birayên xwe di heman mewziyê de li Ebû Fas a Dêra Zorê şehîd bûn. Ji ber ku wî navê Gelhat li min kiriye, careke din ez soz didim ku ez ê bi ruhê Şehîd Gelhat li ser ramanê Rêber Apo tekoşîna xwe bidomînim.”