Hannah Bohemen bi riya înternetê YPJ nas kir û beşdarî nava refên wê bû. Di gelek eniyên şer ên Kantona Cizîrê de li dijî çeteyan şer kir. Niha jî li Kobanê dest bi nivîsandina çîkorên berxwedanê kiriye û fêrî zimanê Kurdî dibe.
Dema ku li Sûriyeyê li hemberî hovîtiya çeteyan berxwedana YPG/YPJ’ê belav dibe û li cîhanê deng vedide, Bohemen jî gelekî di bin tesîra wê de dimîne. Di encama vê de sala 2014’an biryar da ku tevlî YPJ’ê bibe. Piştî ku li gel 2 hevalên xwe gihîşt Rojava, li Kantona Cizîrê tevlî nav refên YPJ’ê bû û navê Hêvî Piling li xwe kir.
Ji ber ku bi Kurdî nizane, di destpêkê de di warê danûstendinan de hinek zehmetî kişandine. Li gel perwerdeya bingehîn a leşkerî li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li herêmên Hesekê, Serêkaniyê, Til Temir, Girê Spî û Silûkê di operasyonên rizgarkirinê de cih girtiye.
Dixwaze berxwedana Kobanê binivîse
Hêvî Piling dema vegeriya vê carê li Kobanê hate erkdarkirin. Ji ber ku gelekî di bin bandora berxwedana Kobanê û jinên Kurd de maye, biryar da ku berxwedana jinên Kurd a li hember çeteyên DAIŞ’ê, trajediya zarokên Kobanê bi awayekî edebî binivîse. Hêvî heta niha li ser zarokên Kobanê bi zimanê Îngilîzî çîrokek nivîsandiye û wêneyên wan berhev kirine. Ev xebata wê jî di rojnameya Kanadî ya bi navê National Post de hatiye weşandin.
Hêvî Piling kî ye?
Hêvî Pilling (Hannah Bohemen) a 46 salî ji bajarê Vancouver yê Kanadayê ye. Ew ji malbatekê ye ku 2 xwîşk û bira ne û ew bixwe nixuriya malê ye. Dibistana seretayî, navîn û amadeyî li bajarê Vancouver xwendiye. Piştî qedandina dibistana amadeyî dest bi karê sînameyê kiriye. Lê piştî demekê dest ji karê sînameyê berdaye û mankenî kiriye û ev kar ji sala 1998’an heta 2006’an dewam kiriye. Piştre dîsa di karê sînameyê de cîh girtiye. Sala 2014´an li Rojava di nava refên YPJ´ê de cih digire. Piştî rizgarkirina Girê Spî ya di 15’ê Hezîrana 2015’an de Hêvî Piling ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê vegeriya Kanadayê û heta Îlona 2015’an li wir maye. Lê piştî dermankiriyê di Îlona 2015’an vegeriya Rojava.