Cenazeyê Dogan di ber riya Nisêbînê de ji aliyê girseya Parlamentera HDP'ê Gulser Yildirim jî di nav de bi ji aliyê hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin û birin mala lê hatî dinê. Cenazeyê Dogan ji aliyê xizmên wê ve bi lorîkan hate pêşwazîkirin û birin odeya wê.
Piştre Cenazeyê Dogan birin Goristana Navçeyê û li beşa gorên gerîlayên HPG û PKK'iyan lê hate definkirin. Piştî karên definkirinê bi dawî bûn Nûnerê MEYA-DER'ê yê Mêrdînê A. Latîf Tabar axivî û wiha got: "Şehîdên me îro ji bo azadiya hemû gelan şer dikin. Di vî şerî de ti kes êdî nikare vîna gelê Kurd bişkîne." Girse bi dirûşma, "Şehîd namirin" ji goristanê derket.
MÊRDÎN