Şervanên QSD´ê qonaxa dawî ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê li dijî çeteyên DAIŞ`ê di baregehên wan ên dawî de didomînin. Şervanan ji bo sivîlan korîdorên ewle vekirine û rojane bi sedan sivîlan rizgar dikin.
Doh jî bi dehan malbat gihîştin herêmên ku ji aliyê QSD`ê ve hatine rizgarkirin. Di nav de 12 malbatên Iraqî, 4 malbatên ji Azerbeycanê û 15 malbatên Sûrî, her wiha du jinên biyanî ku ji Kanadayê ne, hene.
Ji wan sivîlan, 5 malbatên DAIŞ`iyan in ku ji Tirkiyeyê ne. Jinên ku hatine rizgarkirin pirraniya hevjînên wan di pêngava şervanên QSD`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatine kuştin.
Me doh navê çaran ji wan dabû zanîn. Îro yekê ji wan agahiyek li ser mêrê xwe yê ku eskerê Tirkiyeyê bû da. Di nava jinên DAIŞ´iyan de ya bi navê Berna Turkkorkmaz jî heye ku tevî 3 zarokên xwe ji aliyê şervanan ve hatiye girtin. Berna Turkkorkmaz diyar kir ku hevjînê wê yê DAIŞ`î serbazekî payebilind di nava hêzên eskerî yên Tirkiyê de bû û navê wî Adem bû.
DÊRAZOR