Şervanên Meclîsa Eskerî ya Minbicê (MEM) êrîşeke xwekujiyê ya çeteyên DAIŞ′ê têk bir. Navenda Ragihandina MEM´yê da zanîn ku hêzên wan êrîşeke xwekujiyê ya çeteyên DAIŞ′ê nêzî nuqteyên şervanan ên li gundê Kesra têk biriye.

Şervanên MEM´yê diyar kirin ku çeteyê bi navê Ebû Îslam El-Sefranî plan kir ku li nuqteyên şervanan êrîşeke xwekujiyê pêk bîne û beriya ku bigihêje armanca xwe ji aliyê şervanên Meclîsê ve hat kuştin û cenazeyê wî ket destê şervanan.

Li aliyê din balafirên şer ên artêşa Tirk doh jî bombe li gundê Qurtwêran ê li rojavayê Minbicê barandin. Şêniyên gundên Bak û Wêran ji ber êrîşên balafiran ber bi Minbicê ve koçber bûn, û bang li hêzên navdewletî kirin ku li dijî kiryarên dewleta Tirk derkevin.  


 MINBIC