Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Ekrem Mihemed Emîn axivî û bixêrhatina beşdaran kir û diyar ku Hisên her dem hewldaye ku di xizmeta gelê xwe de.
Di dawiya axaftina xwe de Erebo bang li hemû partiyên Kurd kir ku xwe dî li xwîna şehîdan derkevin û hêza xwe bikin yek.
Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hozan Elî jî diyar kir ku ciyê herî pîroz yê şehîdan û di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Hisên tevî ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hebûn û bavê 5 zarokan bû, lê car din dest ji peywirên xwe berneda û karê xwe yê parastinê dikir.
Piştî Elî peyama Serokê Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûryê (PDPKS) Hemîd Derwîş ji aliyê parêzer Cîlan Oskar ve hate xwendin. Piştî ku merasîm bi dawî bû cenaze bi karwaneke wesayitan ber bi gundê Melk rêkirin, piştî nerîna dawî karwan berê xwe da gundê Berkevirê û li goristan Şehîd Rustem Cûdî ji aliyê hezaran kesî ve spartin axê.
Şervanê YPG'ê Hisên Ebdilezîz Erebo li gundê Melek a Dirbêsiyê ji dayik bûye, zewicî ye û bavê 5 zarokan e.
DIRBESIYÊ