Cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed Ehmed biribûn Navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê, li vir ji aliyê hezaran kesî ve hate wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya navçeya Şera ve birin..Piştî karwanê cenaze gihîşt goristanê merasîm hate lidarxistin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Xelîl Efrînî, li ser navê TEV-DEM’ê Hêvîn Zerdeşt axifîn..Her wiha li ser navê malbata Ehmed jî axaftin hatin kirin. Di axaftinan de li ser berxwedana hêzên YPG’ê ya li dijî êrîşên komên çete hate rawestîn û soza şopandina riya “şehîdan” hate dayîn. Piştî axaftinan cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed Ehmed bi diurşme û tilîliyan spartin axê. Mihemed Ehmed bi navê nas Heneş di sala 1994an de li Helebê hate dinê û di şerê 8’ê mijdara îsal de li gundê Qestel Cindo ya navçeya Şera ya Efrînê de jiyana xwe jidest da.
EFRÎN