
Şervanê YPG’ê Tassoned ê ji Kanadayê, li bajarê Ottowayê hete bibîranîn. Li bajarê Ottowa yê Kanadayê, ji bo bîranîna şervanê YPG’ê Nazzareno Antonîo Tassoned (Agir Ararat) merasîmek hate lidarxistin. Di merasîmê de malbata şervanên YPG’ê, endamên Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd û gelek welatparêz û dostên Kurdan amade bûn. Di merasîmê de li dewleta Kanadayê daxwaza anîna cenaze hat kirin. n ANF/TORONTO