Ezîz, axaftina xwe wiha domand:" Baweriya min bi yekîtiya niştimanî hişt ku ji bo ez li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên ku welatê me xera kirin û welatî neçarî koçberiyê hiştin şer bikim û tevlî nav refên YPG'ê bibim, û bi taybetî ji ber ku êrîşên DAIŞ'ê Kurd û Ereban ji hev cihê nakin".
Der barê tevlêbûna ciwanekî Ereb a nav refên YPG'ê de Ezîz wiha axivî:" Hejmareke mezin ji ciwanên Ereb heye ku tevlî nav refên YPG'ê bûne, ji wan gelek ji bo parastina vê axê şehîd jî ketin".
Ezîz, bal kişand ser wê yekê ku tiştê herî zêde di nava jiyana şervanên YPG'ê de bala wî kişand exlaqê paqij û rihê hezkirin û bûranê li ber amedebûna dayîm ji bo fedakirina xwe di parastina welatiyan de bêyî cûdahî di navbera netewe, dîn û pêkhateyan de".
Ezîz, di axaftina xwe de bang li ciwanên Kurd û Ereb kir ku dest bi hev din û li hember êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yek bin.
Şervanê YPG'ê yê ji pêkhateyên Ereb Ezîz Mehmûd di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku welat ji hemiyan re ji Kurd, Ereb, Suryan û pêkhateyên din re ye û wiha dawî li axaftina xwe anî:" Em ê nehêlin tu kes axa me ya pîroz qirêj bike û gelê me bixe ber komkujiyan".
KOBANÊ