Endamê Konseya Fermandaran a HPG’ê Onder Aslan (Şervan Varto) yê di êrîşa bombeyî ya li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de jiyana xwe ji dest da û Mûrat Butun (Andok Êrîş) ê li navçeya Agirî Bazîdê li hemberî qereqola Karabûlakê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest da, li bajarê Elmanya Kolnê hatin bîranîn. Di merasîma bîranînê de Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, Hevserokê NAV-DEM‘ê Yuksel Koç û gelek siyasetmedar û welatparêz amade bûn.Di merasîma li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Kolnê de, sînevîzyona li ser Andok Êrîş û Şervan Varto hatibû amadekirin, hat nîşandan.

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal di axaftina xwe ya li vir de nerazîbûn nîşanî polîtîkaya şer a AKP’ê da û got, „Gunehê tevahiya xwîna dirije di stuyê Serokkomar Erdogan de ye. Ji bo kursiya xwe hewl dide li ser xwîna zarokan ji nû ve bibe desthilatdar. Ev rê ne rêya aştiyê ye, rêya şer û rondikên çavan e. Tevî vê yekê jî ji vê rêyê venagere û her derê dike qada şer. Li hemberî vê yekê Andokan, Tolhildanan nîşan dan ku ev gel ne bi tenê ye û kengî bixwaze nikare êrîşî vî gelî û Rêberê vî gelî bikin. Gotin ‘Em ê jî bi çalakiyên fedaî ji pêvajoyê re bibin bersiv’. Di şexsê Andok Êrîş û Tolhildan Firatan de ez careke din hemû şehîdên me bi rêzdarî bibîr tînim.“

Li ser navê TJKE Zelal Amed jî wiha axivî: „Gelê me wê di her şert û mercî de neteweya demokratîk bixe meriyetê. Ji ber vê yekê em dibêjin bêyî rijandina xwînê em di nava aştiyê de ava bikin.“  


Bîranîn ji bo Cebraîl Gunebakan 

Endamê SGDF Cebraîl Gunebakan ê di êrîşa 20’ê Tîrmehê ya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Elmanya Saabruckenê hat bîranîn. Merasîma bîranînê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP)/Saarlandê ve hat organîzekirin û li lokala Komeleya Civaka Demokratîk a Kurd li Saarbruckenê hat lidarxistin.

Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li merasîmê axaftin hat kirin û hat ragihandin ku komkujiya li Pirsûsê ji aliyê dewleta Tirk bi xwe ve hatiye organîzekirin û DAIŞ di vê komkujiyê de weke amûrekê hatiye bikaranîn.  Xalê Cebraîl Gunebakan Mehmet Gunebakan jî di axaftina xwe de jiyana Cebraîl vegot û got, „Beşeke mezin a vî temenê biçûk ê wî bi têkoşînê derbas bû. Di temenê zarokatiyê de têkoşîn nas kir. Ya ku dikeve ser milê me jî dilsoziya bi bîranîna wî re ye.“   


 KOLN/SAARBRUCKEN