Ji rojnameyên rojane yên Almanyayê Neues Deutschland ji bo destekê bide pêşniyarnameya Partiya Çep a ji bo rakirina qedexeya li ser PKK’ê, îro bi manşeta ‘Şervanên azadiyê yên qedexe’ derket. Rojnameyê cih da spota “Hikûmeta Federal, ji ber têkoşîna xwe ya li hemberî DAIŞ’ê naxwaze xelatêl bide PKK’ê” û wêneyê şervanekî YPG’e yê di şerê li hemberî DAIŞ‘ê de jiyana xwe ji dest da, weşand.Rojnameyê ragihand ku piştî bûyer û pêşketinên li Sûriye û Iraqê, qedexeya li ser PKK’ê roj bi roj hîn bêhtir di nava siyasetmedarên Alman de hat nîqaşkirin û bal kişand ser rûniştina îro ya li Meclîsa Federal. Rojnameyê di nûçeya xwe ya manşetê de diyar kir ku Partiya Çep dixwaze PKK li Almanya legal bibe û têkoşîna PKK’ê ya li Rojhilata Navîn li dijî çeteyên DAIŞ’ê dimeşîne, vegot. 


 ANF/BERLÎN