Dewreya perwerdehiyê ya bi navê ‘Şehîd Azad’ a Akademiya Şehîd Xebat ku tê de ciwanên ji pêkhateya Kurd û Ereb beşdar bûbûn û dewreya perwerdehiyê ya bi navê ‘Şehîd Eylem’ a Akademiya Şehîd Şîlan ku tê de 13 jinên ciwan ên ji pêkhateya Kurd û Ereb beşdar bûbûn, bi merasîman bi dawî bûn.
Di merasîmê de Fermandarên YPG/YPJ`ê, Nûnerên Saziyên Civaka Sivîl ên bajarê Hesekê û bi dehan Şervanên YPG/YPJ’ê, beşdar bûn. Di destpêkê de Şervanên YPG/YPJ`ê yên beşdarî herdu dewreyan bûn, merasîmeke leşkerî, lidarxistin. Piştre Fermandara YPJ`ê Destîna Kobanê axivî û dawîbûna dewreyan li Şervanan pîroz kir.
Bi fedakariya cangoriyên azadiyê
Destîna Kobanê di axaftina xwe de derbarê tevlêbûna ciwan û jinên ciwan a nava refên yekîneyên parastinê diyar kir ku tê wateya nêzîkatiya serkeftin û azadiyê û wiha domand:” Tevlîbûna ciwan û jinên ciwan ên ji pêkhateyên Rojava nîşan dide ku têkiliya di navbera pêkhateyan de têkiliyeke bi hêz e, her wiha tevlîbûna ciwanan teqez dike ku pêkhateyên Rojava bi hemû taîfeyên xwe bi hev re beşdarî rizgarkirina herêmê ji zilm û stemkariya terorê dikin.”
Destîna Kobanê da xuyakirin ku serkeftin û pêkanînên li Rojava hatine bidestxistin bi saya fedakariya Têkoşerên Azadiyê ye û wiha domand: “Bi saya vê ramanê û fedakariya cangoriyên azadiyê nav û dengê Şoreşa Rojava li seranserî cîhanê belav bû, ji ber vê yekê jî divê em layiqê vê berxwedanê û vê şoreşê bin.”
ANHA / HESEKÊ