Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de şervanên wan ketine bajaroka Sûsê. Her wiha QSD‘ê ragihand ku di çarçoveya qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya “Şerê Tinekirina Terorê” de 38 çete hatin kuştin û 11 baregehên wan hatin rûxandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku di nava kolanên bajarokê Sûsê de şer di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de giran e. Her wiha QSD’ê destnîşan kir ku ji ber ba û bagera li herêmê, mesafeya dîtinê pirr kêm e, çeteyên DAIŞ’ê ji vê rewşa hewayê hewl didin sûdê bigirin û êrişî nuqteyên şervanên QSD’ê bikin.
Her wiha QSD‘ê doh ragihand ku di çarçoveya qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya “Şerê Tinekirina Terorê” de 38 çete hatin kuştin û 11 baregehên DAIŞ´ê hatine rûxandin.
DÊRA ZORÊ