Cenazeyên şervanên YBŞ’ê Ferhat Şêxê û Herekol Bestan li çiyayê Şengalê bi merasîmekê hatin veşartin.

Şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ)’ê, Ferhat Şêxê ( Heto Xıdır Hemo Elyas) û Herekol Bestan (Mustafa Yagan)  li çiyayê Şengalê bi merasimekê ber bi bêdawîtiyê ve hatin oxirkirin. 

Şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê Ferhat Şêxê (Heto Xidir Hemo Elyas), nêzî salek bû di nava YBŞ’ê de bû û Şervanê YBŞ’ê Herekol Bestan (Mûstafa Yagan) yê li hemberî êşên civaka Êzîdî bê deng nema û berê xwe da çiyayê Şengalê. Her du şervan Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) dema bi erka xwe ya parastina Şengalê radibûn pê li mayîna çeteyan kirin û jiyana xwe ji dest dan.
Ji bo her du şervanan li çiyayê Şengalê merasîmek hate lidarxistin. Di merasîmê de gelek hêzên cuda yên Êzidiyan amade bûn û peyamên girîng hatin dayîn. 

Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî li merasîmê axivî û diyar kir, ji bo pêkanîna xewn, xeyal û armancên hevrêyên xwe, ew ê heta dawiyê têbikoşin.

Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî didewamiya axaftina xwe de got: “Şehîd Herekol qîrîna gelê Şengalê bihîst û ji Sêrtê berê xwe da çiyayê pîroz ê Şengalê. Şehîd Herekol di pêngava ‘tolhildana jinên Êzîdî’ û ‘Medîbanê’ de bi wêrekî têkoşiya û bi fedakarî bi erka xwe rabû. Şehîd Herekol, her dem di refên pêş ên berxwedanê de cihê xwe girt.”

Piştî axaftinanan cenazeyên her du şervanên YBŞ’ê Ferhat Şêxê û Herekol Bestan li çiyayê Şengalê li ber dirûşmeyan hatin veşartin. 


 ŞENGAL