
Fermandariya Tûgaya Şehîdên Helebê ya Yekînînên Parastana Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî ku weşand navê 5 şervanên YPG’ê ku di pevçûnên li Eşrefiyê de jiyana xwe ji dest dane aşkere kir. Di daxuyaniyê de Tûgaya şehîdên Helebê got: ‘’Di 9’ê sibatê de dema ku artêşa rêjîma Bass û alîgirên wan bi çekên giran êrîşî Taxê kirin, rastî bersivdayina şervanên me hatin. Di encamên pevçûnên dijwar de artêşa rêjîmê neçar ma ku şûnde vekişin. Di pevçûnên wê rojê de ji 15 leşker û alîgirên zêdetir hatin kuştin, 30 yê din birîndar bûn û 10 şervanên me birîndar bibûn, her wiha hevalê me Çîlo yê ku birîndar bibû gihşte şehadetê û têkilî bi 5 şervanê re bi temamî hate birîn’’
Daxuyaniya Tûgaya Şehîdên Helebê da zanîn ku roja din berê xwe dan herêma pevçûnan û cenazeyê 7 kesan ji herêmê anîn û dewam kir ‘‘Roja Yekşemê di saetên nîvro de şervanên bi parastina segvanên me çûn herêma derdora qereqolê ya nêzî çerxe riya duyemîn ku pevçûn lê rûdabûn. Me karî 7 cenaze ji herêmê derxist û bibre deverekê aram ku em nasnameyên wan nas bikin’’.
Fermandariyê diyar kir ku cenaze beriya jiyana xwe ji dest bidin hatine îşkencekirin û wiha dewam kir: ‘’ Piştî ku komîteya bijişkan cenaze teşxîs kirin, hate zanîn ku hevalên me yên dîl ketibûn destê artêşa Bass de beranberî îşkenceyê hatin û milên wan hatibû şkandin, cigare di hemû deverên canê wan de hatibû vemirandin. Raporê diyar kir ku 3 hevalên me bi guleyan di serî de hatibû înfazkirin, cenazeyên hevalekî me dest girêdayî û li pey erbeyê kişandibûn herêmên di bin kontrola wan de, 2 cenaze ne hatine naskirin bê kî ne.”
Nasnameya şervanên YPG’ê
Tûgaya Şehîdên Helebê navê 5 şervanên xwe aşkere kir :
- Selah Reşîd (Çiya) 20 salî, navê bav Îbrehîm, navê dayikê Hediya, li gundê Koxerê ya navçeya Mabata ya Efrînê jidayik bûye. Di nîsana 2012 tevlî refên YPG’ê bû.
- Elî Mihemed ê 22 salî, navê bav Mihemed navê dayikê Nadya, li gundê Oxcelê ya Efrînê jidayik bûye. Zewiciye û di nava komîteya Tenduristiyê ya Helebê ciyê xwe digirt. Ji destpêka 2012 an de tevlî refên YPG’ê bûye.
- Îbrahîm Pîram (Îbo) 27 salî, navê bav Hemîd, navê dayikê Meryem, ji gundê çela ya Efrînê ye. Di sespêka 2012 an tevlî YPG’ê bû.
- Xelîl Îrahîm Entabî ê 25 salî, navê bav Xelîl, navê dayikê Xedîca ji gundê Erabo ya Efrînê ye. Di despêka 2011 tevlî refên YPG’ê bû.
- Ebdulrehman Hisên (Şêxo) 30 salî, navê bav Ebdiyan, navê dayikê Emîna. Ji gundê Hemam yê Şêx Hedîd a Efrînê ye, zewiciye û bavê 3 zarokane. Di despêka 2012 tevlî refên YPG’ê bû.
Bi gerseyî hatin oxirkirin
Cenazeyê 5 şervanên YPG’ê yên ku li Eşrefiyê jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê hezaran kesî ve li goristana şehîdan ya Qaziqlî ya Efrînê hatin definkirin. Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku piraniya şêniyên wê kurdin, do serê sibehê bi hezaran kes li ber dibistana Yasîn Yasîn kombûn û 5 şervanên YPG’ê yên ku di pevçûnên li Eşrefiyê de jiyana xwe ji dest dabûn ber bi goristana Şehîdan a li Qaziqlî ya Efrînê hatin oxirkirin. Li goristanê bi beşdariya hezaran mirovî û bi sloganên ‘Şahîd Namirin’ şervanên YPG’ê hatin definkirin.
YPG: Emê gelê xwe biparêzin
Her wiha daxuyaniya YPG’ê diyar kir ku pevçûn hîn didomin, lê ji duh êvarê de carcaran pevçûn çêdibin û got: “Segvanên me ji rê li ber erîşan bigrin li ser avahiyan belav in. Her wiha qernasên rêjîma bass li gelek deveran belavin û sivîlan dikin hedef.
Daxuyaniya YPG’ê dewam kir: ‘’Em soz didin gelê xwe ku em ê bi hemû hêza xwe berxwedana xwe dewam bikin, em ê nirxên gelê xwe bi hemû hêza xwe biparêzin. Em ê li himber êrîşên li ser gelê me de heta nuqteya dawî ji xwîna xwe bibersivînin.”
HELEB
Artêşa Sûriyeyê Şedadê topebaran kir
Li bajarê Hesekê artêşa azad a Sûriyeyê êrîşî bajarê Şedadê yê li ser riya Dêrelzorê kir. Artêşê Sûriyeyê bi fuziyan êrîşî bajêr kir û şêniyên bajêr berbi Hesekê ve koç dikin. Li gorî agahiyên hatine bidetxistin kuştî û birîndar hene.
Artêşa Azad di saet 02.00’an de êrîşî herêma bajarê Şedadê yê 45 km ji Hesekê dûre kir û karkerên şirketa petrolê ji avahiyê derxistin. Di encamê de Artêşa Sûriyeyê ya li Herêma Mêlebiyê ya nêzî gundê Xemail, fuze bi ser bajarê Şedadê de barandin û di encamê de gelek avahî hilweşiyan û gelek kuştî û birîndar çêbûn. Piştî topbaranê şîniyên Şedadê koçî bajarê Hesekê kirin. Yên ku wesayit bi dest wan ne ketin, li gundê Em Elriz kom bûne.
Artêşa Sûriyeyê û Artêşa Azad li dore Basil saet di 03.00’an de rû dabûn û di encamê de kuştî û birîndarên herdû aliyan hebûn. Di saetên sibê de bombeyek li ser riya Hesekê li deverek leşkeriyê teqiya û der barê vê de agahî nehat girtin.
HESEKÊ