Di saetên êvarê de bi hezaran kes li ber Mizgefta Enteriyê ya bajarê Qamişlo hatin cem hev. Ji vir şervanên YPG’ê cenazeyê Rêber Yusif ê bi nasnav Canfeda wergirtin û li ser milan kirin û ber bi goristana Şehîd Delîl Sarûxan birêkirin. Girseya ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên şervanê YPG’ê Rêber, alên YPG û TEV-DEM’ê vekiribûn bê navber diruşmeyên ‘‘Şehîd na mirin û Bijî berxwedana YPG’ê berz dikirin. Girse ji mizgifta Enteriyê heta goristana Şehîd Delîl Sarûhan meşiyan.
Di goristina Şehîd Delîl Sarûxan merasîmek ji Canfede hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpêkir. Di merasîmê li navê Saziya Malbatên Şehîdan Hesen Iniz, li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Rêzan Gulo axivîn. Di axaftinê de hate destnîşankirin ku gelê Kurd êdî nema tu kes dikare destkeftiyên wî binpê bikin. Li ser navê malbatê jî birayê şervanê YPG’ê Rêber ku ew jî şervanên YPG’ê ye Egîd Ebas axivî û diyar kir ku Rêber Hevalê wî yê eniya şer bû û soz da ku ew ê heta dawî li ser riya birayê xwe be. Piştî axaftinan cenazeyê şervanê YPG’ê spartin axê.
Li bajarê Kobanê cenazeyê şervanên YPG’ê Kawa Kobanê, Sînan Yabse, Mazlûm Kobanê û Kendal ji aliyê hezaran kesî ve bi merasîmekê li goristana şehîdan a li gundê Termik a Kobanê spartin axê. Bi hezaran kes ji bo pêşwazîkirina cenazeyên li gundê Til Cêb hatin cem hev. Dem a cenaze gihiştin gund, cenaze bi karkwanekî wesayîtan ber bi bajarê kobanê ve bi rêkirin. Di vê nevberê de giseyê bê navber diruşmeyên dil soziya bi YPG’ê re berz kirin. Ji vir jî karwan ber bi Goristana Şehîdan a li gundê Termik ve hate birêkirin. Li goristanê merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan, Meclîsa Gel a Kobanê û Partiya Demokratî Kurd/Sûriyê axaftin hatin kirin û soz hate dayîn ku dê riya şehîdan bê şopandin. Piştî axaftinan cenazeyên 4 şervanên YPG’ê bi diruşme û tilîliyan spartin axê.
Necmedîn Mistefa yê bi nasnav Kendal, ji gundê Ceb Elferece, Ziyad Mehmûd ê bi nasnav Sînan Yabsê ji gundê Yabsê yê Til Ebyedê, Salih Boxê yê bi nasnav Mazlûm Kobanê ji gundê Qilîçoberan û Kawa Kobanê.
QAMIŞLO/KOBANÊ