Roja 20’ê Îlonê balafirên şer ên dewleta Tirk, bajaroka Şêladizê ya ser bi navçeya Amêdiyê ya girêdayî Dihokê bombebaran kirin. Di encamê de 10 welatiyên sivîl  jiyana xwe ji dest dan. Li hemberî vê êrîşê jî nerazîbûnên welatiyên Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî zêde dibin.

Çavdêrê Siyasî Rêber Amêdî ragihand ku serbixwebûn ji bo gelê Kurd mijareke girîng e û got: “Serwerî û parastina xakê ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê gelekî pêwîsttir e.”

Têkildarî mijarê Çalakvanê Siyasî li Başûrê Kurdistanê Rêber Amêdî got, “Êrîşkirina Şêladizê û şehîdkirina welatiyan bi hemû awayî şermezar dikim. Em nabînin ku hikûmeta navendî bi ti awayî dengê xwe dernaxe. Ji ber wê divê li hember van karên Tirkiyeyê, Hikûmeta Herêmê bersiveke cidî hebe. Her du hizbên desthilatdarên Başûr bûne sedem ku her du dewletên Tirkiye û Îranê serweriya xaka Herêma Kurdistanê dema bixwazin bi kêfa xwe binpê bikin. Heyf e ku PDK û YNK di çend salên dawî de nekarine nav mala Kurdan bi rêk bixin û Kurdan li Başûrê Kurdistanê bikin xwedî yek peyam. Niha jî dema qala serxwebûnê tê kirin, li gorî me serxwebûn mijareke girîng e. Lê girîng e em rê nedin dijminê me xaka me derbas bike û welatiyên me li ber çavên me şehîd bikin û nekarin gotinekê bikin. Ji ber wê, serwerî û parastina xakê ji bo serxwebûna Kurdistanê gelekî girîng e.”


Welatiyên Silêmanî doza derketina artêşa Tirk dikin

Welatiyên Silêmanî ji êrîşên Tirkiyeyê nerazî ne û dibêjin, divê eskerên Tirk ji Herêma Kurdistanê derkevin.

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Qadir Rehîm ku ji Silêmanî ye, got, “Ne rast e ku mirov di sînorê xwe de were topbarankirin û kuştin.” Qadir Rehîm diyar kir ku pêwîst e hikûmeta Herêma Kurdistanê sînoran biparêze û got, “Pêwîst e welatî jî xwedî helwest bin û nerazîbûnên xwe nîşan bidin.”

Li ser heman mijarê ciwanê bi navê Serxêl Sedîq jî got, “Heger em helwesteke cidî nîşan nedin, ev kiryar wê dewam û dubare bikin.” Serxêl Sedîq axaftina xwe wiha domand: “Ev xaka me ye û sînorê me ye. Dema ku em qala serxwebûnê dikin, divê hêza me ya parastina sînorên me hebe. Parastina jiyana her welatiyekî vê herêmê di stûyê desthilatê de ye.”

Welatiyê bi navê Salar Xidir jî wiha nêrînên xwe îfade kirin: “Ev ne yekem car e  ku Tirkiye êrîşî Herêma Kurdistanê dike. Pêwîst e Hikûmeta Herêmê sînorê xwe biparêze. Ew baregehên eskerên Tirk ên li Herêma Kurdistanê, destdirêjiya  ser mirovên Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê ye. Ji ber wê divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê wan baregehan derxe û êdî ev baregeh li Herêma Kurdistanê nemînin.” 


 ROJNEWS / NAVENDA NÛÇEYAN