BERHEM LETÎF ROJNEWS/SILÊMANÎ

Segreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Cebar Yawer der barê êrişên dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û kuştina sivîlan de peyivî. Cebar Yawer di destpêka axaftina xwe de komkujiya Kortekê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû kirin şermezar kir û got; Her operasyon û êrişa li Herêma Kurdistanê pêk tê, bi giştî bandoreke neyênî li ser ewlehiya herêma Kurdistanê dike û ziyanê digihîne niştecihan. Bandorê li ser bazirganiya Herêmê dike. Ji ber ku li cihên ku operasyon tên lidarxistin, gelek deriyên me yên sînor hene. Heya niha zêdetirî 400-450 gundên ser sînor ji ber bombebaran û topbaranê çol bûne. Gelek caran xelkê sivîl yê wan herêman, dema diçin ser rez û baxçeyên xwe, ji ber bombebaranê rastî pirsgirêkan tên. Gelek kes jî ji ber vê yekê şehîd bûne.”

Di pratîkê de helwest

Segreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan êriş û dagirkeriya dewleta Tirk weke binpêkirina serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê bi nav kir û got; “Sînor, xak û ezman mijara serweriyê ye. Di aliyê yasayî de divê dewleta Iraqê li ser vê yekê dengê xwe derxe. Ji ber ku ew weke dewlet dikarin bi dewleta Tirk re vê pirsgirêkê çareser bikin. Me dît Wezareta Derve ya Iraqê daxuyaniyek li dijî bombebarana dewleta Tirk û piştgiriya xelkê herêmê belav kir. Weke Hikumeta Herêma Kurdistanê jî berdevkê Hikumeta Herêmê daxuyaniyek li ser vê bûyerê da. Lazim e ku ev helwest di pratîke de jî were raberkirin.”

Bi çekê çareser nabe

Cebar Yawer di dewama axaftina xwe de got: “Ev pirsgirêk hîn di salên dawiya 80’êyan de heye û hîn jî dewam dike. Em weke Wezareta Pêşmerge ne alîgirên vê pirsgirêkê ne û em nabin alîgirê vê pirsgirêkê jî. Em her tim dubare dikin û dibêjin, ev pirsgirêk bi çekê çareser nabe. Ji bo dawî li şer bê, divê danûstandin û aştî hebe.”,