Di cihanê de Kurdistan di navendekî herî stratejîk de ye. Sê erdzemînê cihanê bi hev ve girê dide, çarrêya enerjiyan, çandan û bingeha mirovahiyê ye. Ji ber vê rastiya wê, Kurdistan di şerê cihanê ya yekemîn de jî bû qada pevçûnên berjewendiyên Alman, îngîlîz û fransizan. Ji bo wê armancê ev bihuşta mirovahiyê parçe parçe kirin û xistin destên çar hovan. Di nîqaşekê de polîtologekî alman gotibû: „Eger Kurdistan, li Afrîqa, Amerîqa latînî ba, bi vê tekoşînê niha sed car rizgar bûbû. Lê li ciheke wisa ye ku di hedefa berjewendiyên giregir berxwirên cihanê de ye.“
Rastî jî wisa ye. Berê dîktatorên qaşo laîq yên Îran, Tirkiye, Iraq û Sûrî xistin pêsîra me. Niha jî ayetullah, sentêza tirk îslam û gasikên destdirêjahiya giştan DAIŞ kirine bela serê me Kurdan. Ev bes nabû, vê carê jî dixwazin ji bo projeyên xwe yên şêlandinek bi dehan salan, Kurdistanê biguhezînin qada şerê mezheb û olan. Her derûdorên fêlxirab, talanker, gurên di nava postê pez de veşartî wisa tevlihev bûye ku kes nizan, ka wîjdana kê di bêrîka kê de ye. Û kî di hemêza kê de ye.
Bêguman di nava vê rewşa nerênî de hin derfetên azadiya xwe bidestxistina Kurdan jî derketiye pêş. Lê ev jî yekîtî, kemiladin û di polîtîkayê de hunereke pisporî dixwaze. Yên bi salan e, li dij vê qirêjiyê şer dikin, yên bi dehan caran sextekarî, dek û dolabên di nava vê geremolê de derxistine û di nava tekoşînê de pijyane nebin, yên hay ji vê rastiyê tunene, nikanin di nava van revdên gur, rovî û keftaran de cila xwe ji avê derxin.
Di vê xala geremolê de Medya dîtnêr û dîgîtal jî di warê şerê girêj de bi şêweyê xapandin û sergêjkirinan tê bikaranîn. Ev çeka herî bêkêr berê her tiştî ji bo tirsandin û demoralîzekirina civak û saziyan tên xebitandin. Wek mînak weşandina videoyên serjêkirin, êşkence, ruxandin, talankirin, destdirêjahî û civandina çekdaran. Li gel wê bi nûçeyên aspargas, reşkirin îftîra û bikaranîna bangaşiya baweriyeke manûpulekirî hewldidin ku tevlihevî û kaoseke li gor armancên xwe biafirînin.
Tê zanîn ku gelek paşmayiyên hin organîzasiyonên di salên heftêyî de derketibûn, lê di heştêyî de tev de têkçûn, henê. Ji wan xwerû yên li Ewropayê ji bo xwarina rantê xwe di formeke „ajanên bandorî“ de rêorganîzekirin (beşeke wan vegeryane welêt). Xerû jî bi berfirehbûna derfetên dîgîtal re, her yek bi serê xwe bûye bîzavek û tenê reşkirina Tevgera Azadî ji xwe re kirin armanc ku bikanin ji her derûdoran rantê bistînin. Demekê fetisîn, lê bi vê rewşa geremol ya li Rojhilata navîn û li Kurdistanê derket pêş re dîsa dahol girtine bi awayên ecemiyan lê didin û hetanê di wan de heye, diqîrin, dibêjin; „çima filan derûdor nabêjin serxwebûn, dibêjin xweserî? Em ên Kurdewarî û ew ê din û nizanim çi!!“ Divê mirov rastiya wan bizane.
Bê guman mafê çarenusa gelê Kurd di destê gelê Kurd û Kurdistaniyan de ye. Gelê Kurd li kîjan beşa Kurdistanê, kîjan çareseriyê li gor berjewendiyên xwe rast bibînê, bêguman dê di wî warî de biryara xwe bide. Divê her kes jî ji vê biryarê re rêz bigire.
Ev der û dorên li ber kompîtûrên xwe rûdinin û bi bêçiyên lingan li daholê didin, dema mijara serxwebûnê vedikin, mîna ku biçin zozanekî kon (reşmalekê) vegirin. Lê sexwebûn ne kon vegirtine, serxwebûn gelek hêmanên bingehîn dixwaze. Ango pêdivî bi bingehên di warê birêvebirî, aborî, dadî, leşkerî, têkiliyên navnetewî ûhwd. heye. Gelo ev bingeh hatine afirandin? Wê sîstemeke çawa bê avakirin? Wê bikane were parastin? Lew re çaravêlê me dagirkerên hov ên derê mirovahiyê ne, lema dikane bibe goristatan jî.
Sîstema di welatekî serbixwe de tê avakirin jî, di her warî de girîng e û jiyanî ye. Wek mînak wê sîstemek e demoqaratîk be, wekî emîratên ereban be, yan dîkdatorya be? Iraq, Surî û Lîbya jî welatên serbixwe bûn, li ser pereyên petrolê govend girtibûn, heta wan hin dewletên wek DYA bêminet kiribûn, çi bûn?
Bi gotineke kurt belê serxwebûn çareseriyek e, lê divê berê her tiştî bingehên serxwebûn werin amadekirin, daku mirov bikane bigihîje wê armancê. Xweserî jî çareseriyeke azadiyê ye. Di demeke wisa aloz de kîjan li gor berjewendiyê gelê Kurd e, kîjan dikane azdiyan bîne, dê dem nîşan bide.
Serxwebûn ne kon vegirtin e
Di van rojan de polîtîka li Rojhilata navîn, xwerû jî li Kurdistanê gelek germ e. Di nava vê geremola polîtîkaya gemar de tiliya hemû dagirker, fermandêrên li navendên Ewropa û amêrîkayê rûniştine û yên cinawiran li hev geryaye. Ji ber sîrûşta vê rewşê gelek caran siya wê pêşkalê têkiliyên nava Kurdan jî dibe. Lema bi dîtina min tişta herî girîn ev e: Dem tenê; bi têgihîştina siberojê li gor rojevê bersivên bi kemilandina dîplomatîk dayînê dixwaze. Ku wisa nebe, carna rastî jî be, dikane serêşan biafirîne.