
ARAS YÛSIF / ANHA / HELEB
Welatiyên taxên rizgarkirî yên bajarê Helebê bi armanca sîstema xwetêrkirinê pêk bînin û di warê makulat, zad û qût de projeyên çandiniyê dest pê kirine û sebzeyên demsalên Havîn û Zivistanê diçînin.
Bi armanca pêkanîna sîstema xwetêrkirinê li taxên rizgarkirî yên bajarê Helebê, welatiyan projeyeke aborî ya çandina zeviyên li devera Bustan El-Riz ya taxa Eyn El-Tel a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd pêşniyazî Komîteya Aborî ya xeta Şehîd Gulhat kir.
Li ser vê bingehê welatiyan beriya niha bi meh û nîvekê di bin çavdêriya komîteya aborî de dest bi projeya xwe kir. Komîteyê jî pêdiviyên pêwîst ji bo projeyê weke tovê çandiniyê, traktorek û jeneratoreke elektrîkê peyde kir. Zevî qederê 10 hektaran fireh e û ji 8 bîrên avê yên heyî, avdana erdê tê kirin û di zevî de sebzeyên cûda yên Havîn û Zivistanê tên çandin.

Ji ber ambargoyê avedanî ne bi rêkûpêk bû
Welatiya weke gava yekemîn erd ajotin û axa wê ji bo çandiniyên guncaw têde biçînin di labaratuwarekê analîz kirin.
Piştî ku xebatên amadekirina zevî bi dawî bûn, erd hate çandin û di xebatên çandiniyê de 75 xebatkar hatin erkdarkirin. Welatiyan li 5 hektaran sîr, pîvaz, bexdûnis, têjink û pûng çandin.
Girêdayî mijarê çavdêrê projeyê Yûnis Mihêmîd diyar kir ku astengî di encama ambargoyê de hebûn û gelek pêdiviyên ji bo avdana van baxçeyan bi awayekî sîstematîk pêk nehatin, tevî ku av gelek e.
Mihêmîd destnîşan kir ku zibilê kîmyewî jî nehatiye peydekirin û wan li şûna wê zibilê organîk bi kar aniye. Welatiyan ji ber serketina vê projeyê kêfxweşiya xwe anîn ziman û banga aliyên têkilîdar kir ku piştgiriya projeyên bi vî rengî zêde bikin da ku sîstema xwetêrkirinê li van taxan pêk were.
Komîteya Aborî jî ji bo xebatên çandiniyê bi pêş bixîne niha projeya xaniyên bi plastîkê sergirtî, lêkolîn dike û hewl dide di demên pêş de li ser erdê wan pêk bîne.