Duh me salek li pey hişt û ketin saleke nû. Xelk bi hêvî û daxwazên nû gava xwe davêje sala nû. Li seranserî cîhanê sersal bi şahiyan tê pîroz kirin. Lê belê Kurd nikarin şahiyê bikin, lewre her cejnê, her roja ku divê şahî were kirin, xebereke reş digihêje Kurdan û Kurd reş girêdidin. Berî her cejne dagirker bi dehan zarokên me dikujin û cendekên wan bi ser me de dişînin.
Îcar jî dîsa wiha bû. Dewleta AKP’ê li gundê Roboskiyê 35 heb gundiyên Kurd kuştin. Heke berê bûya belkî me bigota, “Ev kar bi destê leşkeran hatiye kirin” lê îro em dizanin ku bêyî biryara hikûmeta AKP’ê tu tişt nayê kirin. Lewre ev qirkirin jî bi destên AKP’ê û hevalbendên wê pêk hatiye. Jixwe aqilmendê AKP’ê Fetûllah Gulan digot, “Divê em pergala wan belav bikin, em mala wan wêran bikin.” Ji mêj ve berdevkên AKP’ê diyar dikin ku li ser Culemêrg û Şirnexê hin bernameyên taybet dimeşînin.
Wekî ku vê demê her roj di çalakiyên demokratîk de her roj çend kes nahatibin kuştin, hinek rayedarên AKP’ê digot, “Bila şikir bikin, berê dihat kuştin, îro bi tenê tên girtin.” Me digot, belkî em vegerin salên 90’î lê mixabin AKP ji Tansû Çîllerê jî derbas kir. Di dema Tansû Çîllerê de ev qas mirovên sivîl bi carekê re nehatibûn kuştin. Her wiha di wê demê de jî mirov wiha bê tirs û paxav nedihatin girtin.
Dema ku em bala bidin stratejiya AKP’ê em ê bibînin ku stratejiya AKP’ê û stratejiya ANAP û DYP’ê yek e. Çîllerê hefsarê xwe dabû destê leşkeran, lê di ber re jî artêşa xwe ya polîsan û tîmên taybet ava dikir. AKP jî heman tiştî dike, heta tiştê kambaxtir heye; bername û stratejiya AKP’ê bi destê polîsan hatiye nivîsandin. Ji bo ku mirov rûyê rastîn ê hikûmetekê bibîne, divê mirov bala xwe bide wezîrê karên hundirîn. Îcar bala xwe bidin Îdrîs Naîm Şahîn û der barê AKP’ê de biryara xwe bidin. Ew zilam her kesî wekî terorîst pênase dike; ji wênesazan heta nivîskaran, ji stranbêjan heta helbestvanan her kes li gorî aqilê vî zilamî dibe terorîst.
Bi vê bûyerê tiştek zelal û diyar bû; bi rêbazên kevn û paşverû encamên nû û nûjen bi dest nakevin. Heraklît gotiye, “Mirov nikare xwe di du caran bi heman avê bişo.” Lê wisa xuya dike ku dagirker hezar carî jî xwe bi ava lewitî dişon. AKP jî xwe li vê avê diqelibîne û dibêje, “Ez ê bi vê avê destmêjê bigirim û nimêja xwe bikim.” Lê xuya ye ku destmêja wê jî, nimêja wê jî betal e.
Divê bala baş bala xwe bidin helwesta çapemeniya tirk jî, gelekî balkêş e, çapemeniya ku bûyera herî biçûk a tevgera Kurd dikir mijara propagandaya dijber, demeke dirêj li hemberî vê bûyerê bêdeng ma. Ev şermeke giran e, hê berdevkên AKP’ê ew didin sûcên xwe veşêrin.
Min dixwest di vê sala nû nivîseke kêf û şahî binivîsim, lê dagirkeran wekî her carê hêviya me di qirika me de hişt, xwedê ji wan re nehêle, stûyê wan di bin wan de bimîne. Di encamê de ez dibêjin dê aştî û azadî bi ser bikeve. Şev çendî tarî bibe, hilatina rojê nêzîktir dibe. Bi vê bîr û baweriyê ez sala nû li we gişan pîroz dikim, ji kesên jiyana xwe ji dest dane ji xwedê rehmetê , ji malbata wan re sersaxiyê dixwazin.