Li Brukselê têkildarî hilbijartinan çalakî hate lidarxistin û peyam hate dayîn ku gel wê ji bo HDP´ê biçe ser sindoqan û karibe faşîzma AKP-MHP’ê bide sekinandin.

Li paytexta Belçîkayê  Brukselê, ji bo piştgiriya HDP´ê şevek hate organîzekirin. Di şevê de nûnera HDP’ê Fîlîz Koçalî, Parlementera HDP’ê ya Wanê Tûgba Hezer û Hevşaredarê Depê Bûrhan Kocaman axivîn.

Tirkiye tengav bûye

Koçalî piştî rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê yên Kurdistanê axivî û diyar kir ku Tirkiye di pêvajoyeke krîtîk de ye, tengav bûye û bang li gel kir ku biçe ser sindoqan û xwedî li îradeya xwe derkeve.

Parlamenter Tugba Hezerê jî bi bibîranîna Şehîdên Meha Gulanê dest bi axaftina xwe kir û got, “Ji ber ku em alaya şehîdan bilind dikin, ew ji me ditirsin. Em kabûsa faşîzmê ne. Ji bo sekinandina faşîzmê em li kolanên Ewrûpayê bin.”

Piştî axaftinan Seyda Perînçek, Ozlem Baglayan û Mûstafa Aydin stranên xwe pêşkêş kirin.

BRUKSEL