Şaredara bajarê Giessenê Dietlind Grabe-Bolz, parlemanterê HDP´ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî, parlemantera eyaleta Hessenê ya Partiya Keskan Murvet Ozturk û berdevkê PYD´ê Îlyas Xelîl jî  amade bûn di şevê de. Ji Giessen û derdora wê jî qederê 800 kesî beşdarî şevê bûn. Tevahiya dahatên şevê wê ji mexdûrên şerî yên KObanê û Şengalê re were şandin. 

Berdevkê Înîsiyatîfa Çermokiyan Şehmus Kiliç axaftina destpêkê kir û got, "Dilê me ni Kobanê û Şengalê re lêdixe. YPG û YPJ li dijî çeteyên DAÎŞ´ê têkoşîneke mezin bi rê ve dibin. Lê belê gelê me mexdûr, koçber bû. Me xwest weke Çermokiyan şeveke piştgiriyê oragnîze bikin da ku êşa birînên gelê xwe bidebirînin. Em dahatê yek ser didine komîteyeke Kantona Kobanê. Heke piçekî jî alîkariya me bibe ji xelkê Kobanê û Şengalê re em ê gelekî bextewer bin.

Şaredara Giessenê Graben-Bolz jî di şevê de û malavahiya Înîsiyatîfa Çermokiyan kir ji ber ku bi piştgiriya xwe destekê didin berxwedana Kurdan li dijî DAÎŞ´ê. Parlemanterê HDP´ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî jî di axaftina xwe de jî ew hatiye ku malavahiya xelkê Kurd bike ku her li pişta berxwedêrên xwe ye û hilbijartinên parlemanê yên Hezîranê jî bi bîr xistin û doza dengdanê li Kurdistaniyan kir. Wî her weha peyam da ku ew ê weke HDP benda ji sedî 10´ê bişikînin.

Parlemantera eyaleta Hessenê ya Partiya Keskan Murvet Ozturk jî got, şerê li dijî DAÎŞ´ê û êrîşên wê dewam dikin, û weha dewam kir "pêdiviya wan hîna gelek heye bi destekê." Herçî hilbijartinên Tirkiyeyê ne, wê got, dilê min bi wê Partiyê re ne ku ji bo misogerkirina aştiyê dixebite. Wê herî dawî hêviya xwe îfade kir ku jinên di destê DAIŞ´ê rizgar bibin.


MIZGÎN MARANGOZ/GIESSEN