Komîteya Amadekar a Yekitiya Rewşenbîrên Tebqayê di çarçoveya çalakiyên vejandina çanda gelê herêmê de li ser dika Şanogehê şevbihêrkeke helbestan organîze kir.

Şevbijhêrk bi navê “Peyama hezkirinê ji bo şehîdan” hate lidarxistin.

Hejmarek şair û rewşenbîrên herêmê, Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a herêma Tebqayê, Hind El-Elî, Serokê Partiya Siberojê ya Sûriyê ya Buroya Tebqayê, Mûsena Ebdulkerîm, Hevserokê Komîteya Çand û Huner, Elî El-Elaya û nûnerên Mala Jin û Saziya Malbatên Şehîdan di şevbihêrkê de amade bûn.

Di şevbihêrkê de şairan helbest li ser şehîdan û berxwedana QSD‘ê xwendin.

 

ANHA / TEBQA