Şaho dikeve başûrê rojhilatê Kurdistanê. Xwedî çiyayên bilind ku berdewama silsileyên Zagrosan e. Du herêmên Hewraman û Kosalan di xwe de dihewîne. Wek her çiyayek Kurdistanê bûye şahidê gelek serpêhatî, şer, destanên qehremanî û berxwedanê. Gelek ewladên hêja di pêsîra xwe de mezin kiriye Şaho. Hêjî hene kesên ku rêzdarin ji kevneşopiya wê ya hezarê salan re. Wek wê berxwedêr û têkoşer in li gel hemû êrîş û zoriyan.

Her çend çiyayên wê yên asê hat û çûyîn û jiyana li wir dijwartir jî dike lê niştecih û gelên vê herêmê bedewiya xwezaya wê ya hezar û yek rengî tercîhî zoriyên wê kirine. Her wiha mêvandariya gelek şoreşgeran jî kirine û qet rojekê pişta xwe nedanê û neçûne. Dest jê bernedane, jê newestiyane û netrikandine û rê nedane dagirkeran. Ji bo wê jî hêjî li ber xwe dide û hêjî sînga xwe ji bi hezaran keç û kurên şoreşger re vedike. Gerîlayên azadiyê van salên dawî destanên qehremantiyên bêhempa li bihost bi bihost, kevir bi kevirên Şaho nivîsandine.
Hêj xwêdana eniya Zîlan Pepûle li ser şilêrên Merîvanê bi cih maye. Hê jî dengê biryardariya Şîrîn Elemholî ya beriya çûyîn û xwatirxwestinê bilbilên evîndar ji xewê radike beriya berbangê. Hêjî dengê teq teqa gopalê destê Dilxwaz Bîngol hemû heyiyan radike silavê û bi hurmet disekinin li beranber şoreşgertiya bi salan. Hêjî Hewraman evîndarê çavên reş û bedew ê Hewram Jiyane û hêjî niştecihên li wir qêmîş nakin li wêneyên wî temaşe bikin. Hêj gerîlatiya Şaho nehatiye bilêvkirin û nivîsandin. Gelek destan hene ku di kevir û latên van çiyan de nixumandî mane û li benda nivîsandinê ne.

Şopên hezarên salan

Di ax, dar û berên Şaho de şopên qehremantiya hezarê salan bi cih maye û îro gerîlayên azadiyê li wir dibin zimanê vegotina dilopek ji wê deryaya bêdawî. Ez demeke beriya niha li çiyayên azad rastî hevalekê hatim ku 4 salan li Şaho gerîlatî kiriye. Gerîla Delîla Çiya herî zêde li Hewraman û Merîvanê maye. Bixwe ji bajarê Makoyê tevli nav refên gerîla bûye lê ji ber ku hertim Şaho meraq kiriye, derbasî vê qada têkoşînê bûye. Behsa zorî, zehmetî û xweşiyên Şaho dike û dibêje ger derfet hebe, wê careke din biçe wê qadê.
Dema min jê pirsî li Şaho herî zêde çi bala te kişand, wiha bersivand; “Gelê herêma Şaho gelekî xwîngerm û mêvanperver in!” bi taybetî li herêma Hewraman ev hîn zêdetir e. Gerîla herî zêde li lûtke û girên bilind dimînin û jêr wan jî gund hene, ji ber rewşa ewlekariyê cihê herî baş ji bo parastinê girên bilind û stratêjîk in. Cihê bilind hertim sar, hişk û bêave jî.Ji ber ku ava li jor hemû diherikin jêr. Ango li wir pirsgirêka herî bingehîn nebûna erzaq û avê ye. Ji bo wê jî gelek caran neçar dimînin riya çend saetan dakevin jêr û pêwîstiyên xwe pêk bînin. Dibe ku we bihîstibe gerîla jî ji xwe re bestenî çêdikin. Bi taybetî demsala havînê dema li cihên wek Şaho ku zozanên wê pirin, xwarina bestenî rewşek lûks e! Gerîla bixwe bestenî çêdikin. Hûnê bêjin çawa û bi çi? Lezo tevli berfê dikin û ger hebe şîr jî lê zêde dikin, tevlihev dikin û dixwin! Ew qas, ev jî besteniya gerîla. Bi nêrîna min hûn jî rojekê biceribînin besteniya gerîla. Min ji we re behsa gerîla Delîla dikir. Wê jî behsa xwarin bestenî li Şaho dikir. Lê bîranînek wê ya xwarina besteniyan hebû ku dixwazim bi we re parve bikim.
Li serê Şaho hewa êdî pir germ bûye. Berfa di kunberfan de jî êdî ewqas paqij nîne ku bikarin jê besteniyan çêbikin. Dema komek gerîla ji bo erzaq dadikevin gundên Şaho di serê wan de derbas dibe ku ji hevalan re bestenî ji dukana gund bikirin û bibin jor! Şeve û divê erzaqê xwe bi lez ji gund derxin û beriya berbangê ji wir dûr bikevin. Vê carê li gel wan bestenî heye û divê hîn leztir bimeşin ji bo ku besteniyan zû bigihênin hevalan da ku nehele. Li gel ku riya 4-5 saetan meşiyane lê tenê ji bo ku besteniyên hevalan nehele riya ku daketine bi lez 3 saetan de hildikşin.
Dema digihêjin hevalan êdî saet 3’ê nîvê şevê ye û heval di xewê de ne. Hema zû wan şiyar dikin û dibêjin rabin me ji we re bestenî kiriye, ger hûn nexwin wê bihêlin! Nîşvê şevê, li serê Şaho, li ber wê bayê dijwar û xwîdana ku ji eniya koma ku ji jêr hatine wek avê diherike. Çavên bi xew û şaşmayî ên gerîlayên ku ji xewê rabûne û xwarina bi lez a besteniyan! Dema li xwe û vê dîmenê temaşe dikin, hemû bihevre bi dengek bilind dikenin. Şeva Şaho diheside ji dengê kenê wan û heyv û stêrk bi heyranî rûniştiye bi temaşaya dîmenek bêmînak, diheside ji hevaltî û girêdaneke ewçend ji dil bi jiyanê…

GELAWÊJ EWRÎN