Sewalkarên bajarê Mûşê ku sala par bi zahmetiyek mezin zivistan li pişt xwe hiştin; ji ber operasyonên leşkerî yên li zozanan, demsala bahar, havîn û payizê jî bi dilê xwe derbas nekirin. Koçer û sewalkarên ku ji ber operasyonên leşkerî bi dilê xwe azad li zozanan pezê xwe neçêrandin, rîs û giha kom nekirin, naxwazin zû zivistan bê. Sewalkarên ku ji bo hatina zivistanê ne amade ne, ji niha de dua dikin ku zivistan dereng bê da ku karibin bi hêsani zivistanê derbas bikin. Sewalkarên ku êdî di nava şert û mercên giran de xwedîkirina sewalan dikin, hatine deriyê iflasê. Ji ber ku payizxêr neket û giha şîn nebû dîsa di demsala payizê zahmetiyê dikişînin. Welatiyen ku heta niha amadekariyên zivistanê nekirine lez dan xebatên amadekariya zivistanê. Welatiyên ku ji bo sewalên xwe êm dikirin bi buhayekî zêde distînin. Welatiynên ku sala par tona kayê bi 500-600 kurişî kirîn îsal bi 1 TL dikirin. Weladiyên ku her sal derdiketin zozanên Şenê, Xeşikan, Laçika, Axçar, Germav, Zengok û Kozme sewalên xwe diçêrandin îsal ji ber operasyonan derneketin zozanên bilind.
Sewalkar mexdûr in
Sewalkarên ku sala par ji ber berfa zêde zahmetiya êm kişandin îsal ditirsin ku zivsitan dîsa dijwar derbas bibe. Sewalkarê bi navê Cemîl Gulun, diyar kir ku ji er hişkesaliyê hatine ber deriyê îflasê û êdi nikarin sewalan xwedi bikin. Sewalkaran diyar kirin ku li aliyekî hişkesalî û zivistan Gulun, anî ziman ku ji ber operasyonan amadekariyên xew nekirin û baş sewalên xwe xwedî nekirin û îsal dê dîsa bê amakedarî têkevin zivsitanê.
NECDET YENTÜRK- DÎHA/MÛŞ