Komkujiya DAÎŞ’ê ya li Kobanê, amadekariya dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Rojava, hilbijartina Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê, niqaşên koalîsyona hikûmeta nû û 22. salvegera komkujiya Sêwasê gişt di heman demê de bûn rojev…
Wekî tê zanîn; 22 sal berê, 2’yê Tîrmeha 1993’an li Sêwasê, 33 rewşenbîr û hunermendên Kurd û Tirk ên ji bo tevlîbûna Şahiyên Pîrsultan Abdal hatibûn bajêr, di hotelekî de hatin şewitandin. Di bûyerê de li gel 33 rewşenbîrên Elewî, 2 karkerên hotelê û 2 êrîşkarên şerîetxwaz jî jiyana xwe ji dest da.
Mirov difikire; feraseta ku komkujiya Sêwasê pêkanî û feraseta komkujiyên ku îro DAÎŞ li Kobanê, Şengalê û li seranserê Rojhilata Navîn pêktîne, çiqas dirûvin hevdû!.. Ha Sêwas, ha Kobanê.. Feraset, heman feraset e û hovîtî heman hovîtî ye; însan têne şewitandin, têne serjêkirin; kom bi kom, gund bi gund...
Statûkoya siyasî ya li Rojhilata Navîn îro tenê bi vê ferasetê xwe dide jiyandin. Ev statûkoya li ser tûnekirina vîn, çand û nirxên civakî yên xelkên herêmê hatiye sazkirin, bi polîtîkayên hov û komkujiyê xwe dide jiyandin. Ji ber vê yekê, mirov dikane bêje; ku heta ev statûkoya dijînsanî hilneweşe, komkujî û hovîtiya serdestan a bi destê rêxistinên mîna DAÎŞ, El Nûsra, El Kaîde û hwd tê pêkanîn, wê berdewam bike, xelkên herêmê wê hevdu bikujin an jî bi destê komên hov bêne kuştin û serdest jî wê desthilatdariya xwe ya bi xwînî berdewam bikin...
Lê çare çi ye?.. Li şûna şewitandin, serjêkirin û dijminkirinê, kultura jiyandin û siyaseta azadkirinê wê çawa pêş bikeve? Gelo hilweşîna statûkoya îroyîn û li şûna wê avakirina pergaleke demokratîk a bi nirxên azadî, wekhevî û adilane pêkan e. Helbet wexta mirov li wêneyê herêmê mêze dike, dikeve nava bêhêviyê; lê mînakeke ku mirov hêvîdar dike jî êdî balê dikişîne ser xwe.
Li hember kaos û krîza siyasî ya li Rojhilata Navîn, bernameya Tevgera Azadiyê ya Kurdî hêviya rojên aram dide. Di bernameya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) û pratîka rêxistinên di bin siya wê de li her çar parçeyên Kurdistanê hatine rêxistinî kirin de, ji pirsgirêkên xelkan re çareseriyên civakî derdikeve pêş...
Ji ber vê yekê ye, ku li Rojava û Şengalê hewildana Kurdan a avakirina pergaleke xweser a demokratîk dibe hedefa êrîşên DAÎŞ’ê ya ku ji hêla Tirkiyê, Qatar û Erebîstana Siûdî ve tê fînansekirin. Ji ber vê yekê ye ku, dewleta Tirk her roj Kurdên Rojava tehdît dike, pratîka wan a azadkirina hemû xelkên herêmê û sazkirina rejîmeke demokratîk ji xwe re wek tehdîdekê dibîne û li şûna Xweseriya Demokratîk, hovîtiya DAÎŞ’ê tercîh dike.
Bi her awayî xuya dibe ku statûkoya siyasî ya herêmê di krîzê de ye. Helbet statûko li ber xwe dide û ji bo liserpêmayînê ji her demê zêdetir êrîşî xelkan û jiyanê dike. Him li Tirkiyê û him jî li Rojhilata Navîn, serdemeke ku zabûna pergaleke nû bi xwe re bîne, tê jiyîn. Kaosa siyasî nîşana vê yekê ye. Li Tirkiyê siyaseta însanşewitandinê, di kesayetiya AKP’ê de can dikişîne. Çiqas bi tehdîd, heqaret û zilmê bixwazin vê siyasetê berdewam bikin jî, serketina wan ne gengaz e. AKP’ê û Serokomarê Tirk R.T.Erdogan, çawa di kampanyaya hilbijartinê de ji ber heqaret û tehdîdan, piştgiriya Kurdan wenda kir; ji îro pê de jî bi tehdîdan, bi dagirkirina Rojava, bi bombebarandina çiyayên Kurdistanê an jî bi pêşxistina operasyonên ‘qirkirina siyasî’ re jî qet nikane tu encaman bigirin û ew ê her wenda bikin.
Li van rojan ji bo bîranîna qurbaniyên Sêwasê û veşartina şehîdên Kobanê merasîm tên lidarxistin. Rewşenbîrên Elewî 22 sal berê hatin şewitandin, lê îro nûnerên komaleyên Elewî bi nasnameya xwe ya baweriyê ya ‘qedexe’ di Parlamentoyê de şûna xwe digirin. Nasnameya Kurdî heta îro wek tune dihate hesibandin û Kurd bi komkujiyan re rû bi rû hatin hiştin; lê îro Kurd tekane xelkê wek parêzvanên nirxên mirovahiyê tên naskirin e û têkoşîna wan ji hêla mirovahiyê ve tê silavkirin.
Kurd him li Tirkiyê û him jî li Rojhilata Navîn xelkên bindest giştan tevlî têkoşînê dikin û bi pratîka xwe îspat dikin, ku li herêmê siberojeke azad û demokratîk gengaz e...