Li herêmê û Dêrsimê bi hefteyan in çiya û daristan tên bombe barankirin û xwezaya herêmê wêran dibe. Li aliyekî piştî bombebaran û gulebarana balafirên şer û helîkopteran daristan, dehl û rez tên şewitandin, li aliyê din bi hezaran cuyerên kezik, mar, mol û sewalan jiyana xwe ji dest din. Yek ji van cihên ku herî zêde daristan lê tên şewitandin Dêrsim û navçeyen wê ne. Li navçeya Pilûrê ya Dêrsimê 5 rojin şeşawata daristanan didome û mudaxale nayê kirin. Şewata ku zêde dibe, çeberê wê fireh bûn û gihişt "Qada Mili Park" û Dola Salê. Li gel ku bi rojan e şewata daristanê didome, heta niha rayedarên dewlet û hikûmetê mudaxaleyî şewatê nekirine. Welatiyên ku dixwazin daristanê vemirînin jî rastî astengiyên leşker û dewletê tên.
Rojên borî li Gundê Torunoba, Herêma Keşişê şewat derket. Weşat duh gihişt gundên Gogan û Topatanê. Şewata ku li herêmê belav dibe ket roja 5'an. Welatiyan diyar kir ku şewata li Herêma Keşiş Kiranê derket, piştî gulebarana Helîkopterên, zêde bû û heta gundên Gogan û Topatanê belav bû. Li gel ku bi rojan e şewata daristanê didome, heta niha rayedaran mudaxale nekiriye. Şewata ku 5 rojin didome xwe gihand sînorê "Qada Mili Parkê" Li aliyê din şewata ku li Dola Akvanosê derketibû didome.
Li gel ku Qada Milli Parkê û derdorê wê 5 rojin dişewite, Waliyê Dêrsimê Yusuf Guner, der barê şewata daristanan de di 5'ê Îlonê de diyar kiribû ku ew di nava 10 deqeyan de mudaxale dikin, lê li herêmê 5 rojin daristan tên şewitandin û Walî li hemberî vê şewatê bêdeng e. Midûrê Karê Daristanê jî diyar kir ku ji ber herêma operasyonê ye nikare mudaxale bike. 

DÎHA/DÊRSIM