Ji ber polîtîkayên serdestên cihanî û nokerên wan ên herêmî careke din xelkên Rojhilata Navîn têne kuştin. Hinek kes vê hovîtiyê wek ‘şerê olî û mezhebî’ hinek jî wek ‘şerê etnîkî’ binav bike jî, sedema van şer û pevçûnan ne dîn û mezheb in, ne jî nasnameyên etnîkî ne. Sedem tenê berjewendiyên serdestan, feraseta desthilatdariyê û berdewamkirina ev pergala kapîtalîzmê ya bi rijandina xwîna xelkan xwe dide jiyandin, bi xwe ye. Eger sedemê vî şerî û hovîtiya ku tê meşandin ol, mezheb û nasnameyên etnîkî bibûya; Ereb, Kurd û Tirkmenên xwedî baweriya Şeî, Sûnnî, Elewî, Xirîstiyan û Mûsewî ji sedan sal vir de nedikanîn bi hev re bijîn!..


Metirsiya Elewiyan

Elewiyên li Tirkiyeyê, bi taybetî yên Kurd, şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn bi xem û metirsiyê temaşe dikin. Him polîtîkayên serdestên Tirk ên ji dema Osmaniyan vir de li hember civakên Elewî hatine meşandin him jî di şerê li Sûriye û Iraqê de hedefbûna wan vê metirsiyê kûrtir dike. Qirkirina li Koçgirî, Dêrsim, Elbistan, Mereş, Çorum, Gazî û Sêwasê careke din, bi taybetî jî, di bîra wan de zindî dibe. Metirsî ne tenê di nava Elewiyên li Bakurê Kurdistanê û yên li Tirkiyeyê de ye. Li Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî Kurdên xwedî baweriya Elewî, Yaresanî, Kakeyî, Şebek û Êzîdî bi destê komên qaşo xwe xwediyê ola îslamê dibînin ve têne kuştin û her roj bi kuştinê ve rû bi rû ne.
Ji ber vê yekê jî Elewî bi taybetî di rojên salvegera qirkirina Elewiyan de banga yekîtî û bi rêxistinîbûna xwe bi awayekî dengbilindtir tînin zimên. Ji van rojên taybet yek jî 2’ê Tîrmehê ye. Di sala 1993’an de li Sêwasê girseyeke qaşo îslamîst bi navê ‘xwedîderketina îslamê’ wek çavsor û har êrîş birin ser otelekî ku hunermendên Elewî yên ku bona bîranîna çalakiya Pîr Sûltan Abdal hatibûn bajêr tê de diman û otel şewitandin. Di encama êrîşa hovane de 33 hunermend hatin kuştin. Di Otela Madimak a hate şewitandin de herwiha 2 karker û 2 êrişkaran jî jiyana xwe ji dest da.

Dewleta Tirk û Sûnnî

Divê mirov feraseta kuştin û şewitandina civakên Elewî ji feraseta dewleta Tirk bigere. Netew -dewleta Tirk xwe wek dewletekî ‘Tirk û Sûnnî’ damezrand û polîtîka û saziyên xwe jî gorî vê nasnameyê bi pêşxist. Him nasnameyên etnîkî yên Kurdî, Çerkesî, Lazî him jî nasnameyên wek Elewî hatin qedexekirin. Bi meşandina polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê bi dehan hezar Kurdên Sûnnî û Elewî hatin kuştin, sirgûnkirin û asîmîlekirin. Herwiha xelkên din ên li Tirkiyeyê jî ji van polîtîkayan para xwe standin û piranî hatin asîmîlekirin.

Şoreşa Kurdan şiyar kir
Şoreşa Kurdan a li Bakurê Kurdistanê xelkên din ên bi zordestiya dewleta Tirk re rû bi rû mane jî şiyar kir. Ew xelk û civakan ji bo xwedîderketina hebûn û nirxên xwe, çav badan Şoreşa Kurdan. Bi vê yekê re Elewiyên Kurd, Tirk û Ereb dest bi rêxistinîbûnê kirin. Di destpêka salên 1990’î de him Elewiyên Kurd him jî yên Tirk xwe nêzikî Tevgera Azadiya Kurd kirin. Him bi têkoşîna Kurdan him jî bi xwelivandina Elewiyan re roj bi roj atmosfereke ku hêzên demokratîk werin cem hev, pêş ket. Vê carê jî dewleta Tirk li hember vê pêşketinê kete nava tirsê. Eger di nava Kurdan û civakên din ên rastî zilmê hatin de yekîtiyek pêk bihata; wê çaxê dewleta ku xwe bi feraseta tunekirina xelkan û kultura wan sazkirî ya mecbûr bimaya ku gavên demokratîk biavêje û nasnameyan giştan nas bike.
Şewitandin û kuştina Elewiyan a li Sêwasê di atmosfereke wiha de pêk hat. Ji 2’ê Tîrmeha 1993’an vir de berteka saziyên dewletê ya li hember vê bûyerê û belgeyên hatin weşandin bi aşkereyî radixe ber çavan ku ev qirkirin bi destê dewletê û bi pilanî hatiye kirin. Hê jî di serî de Serokwezîrê Tirk R.T.Erdogan, nûnerên hikûmet û dewleta Tirk tenê bi nifir, gef û heqaretan bahsa Elewiyan û Elewîtiyê dikin.

Hêviya Koray ê 12 salî
Mirov dikane ji dîrokê vê maneyê derxîne; eger dewlet ji yekîtiya Kurd, Elewî û civakên din ditirse; wê çaxê ya rast ev yekîtî bi xwe ye! Divê rêxistinên Elewî , Tevgera Kurd û rêxistinên civakên din bibin yek û hêzeke mezin a demokrasiyê pêş bixin. Êdî adresekî vê yekîtiyê jî heye; Partiya Demokrasiyê ya Gelan (HDP). Eger rêxistinên Elewiyan bi Tevgera Kurd re mil bidin milê hevdû û bi hev re têkoşîna azadî û demokrasiyê pêşbixin; hingê wê hêviya hozanên mezin Nesîmî Çîmen, Hasret Gûltekîn û Koray Kaya yê 12 salî yê li Sêwasê hatin şewitandin jî bînin şûnê...