Şewba Korona ku heta niha li dehan welatan bû sedema mirina 4 hezar kesî, bi lez belav dibe. Vîrûs li ser aboriya cîhanê bûye rîska resesyonê û paşketinê.

Vîrusa Korona ku dawiya meha Kanûnê li bajarê Wûhan ê Çînê derket holê bû, heta şeva Duşemê li 101 welatan bi 113 hezar û 500 kesî ket. Piraniya wan li Çînê herî kêm 3 hezar 996 kes ji ber vîrûsê mirin.

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), metirsî roj bi roj zêde dibe ku şewba Covîd-19 veguhere “pandemiyê” (şewba li cîhanê yan jî beşekî mezin belav dibe). WHO’yê diyar kir ku kontrolkirina şewbê pêkane, lê belê asta bandora şewbê yan jî pandemiyê nayê texmînkirin.

Şewba ku li Çînê bi 80 hezar û 700 kesî ket, hate îdîakirin ku “tê kontrolkirin”. Kêmbûna hejmara mirovên bi vîrûsê dikevin jî vê yekê piştrast dike. Piştî Çînê, hem ji aliyê nexweşan hem jî ji aliyê hejmara mirovên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan Îtalya di rêza duyemîn de ye. Li gorî daneyên dawî li gelemperiya Îtalyayê herî kêm 9 hezar û 172 kes bi vîrûsê ketine û 463 kesî jî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane.

Piştî Lombardiyayê ku nexweşên destpêkê yên ji ber vîrûsê lê hate tespîtkirin, niha jî li tevahiya Îtalyayê karantîna heye. Hikumet bang dike ku kes dernekeve ger û geştê.

Rêveberiya Tûnisê jî biryar da ku seferên deryayê yên ber bi Îtalyayê ve hemûyan rawestîne.

Ji bilî Îtalyayê, hejmara mirovên bi şewba Covîd-19 ketine li welatên din ên Ewropayê zêde dibe. Tenê li herêma Ile-de-France ku paytexta Fransa Parîs jî di nav de ye 300 nexweşên bi vîrûsê hatin ragihandin.

Li mezintirîn welatê Yekîtiya Ewrûpayê li Elmanyayê hejmara nexweşên bi vîrûsê ketine 1172 kes hate ragihandin. Her wiha hate gotin ku 2 kes ji ber vîrûsê mirine.

Yek ji welatên ku Covîd-19 bi lez lê belav dibe Spanya ye. Hejmara mirovên li Spanyayê bi vîrûsê ketine 1073 kes in. Hejmara qurbaniyan jî 28 kes in.

Vîrûsa Korona Covîd-19 li Îranê bi lez û bez belav dibe. Li gorî daneyên dawî 7 hezar û 161 kes li Îranê bi vîrûsê ketine. Her wiha li gorî daneyên fermî 237 kesî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane.

 

NAVENDA NÛÇEYAN