Vîrusa korona Covîd-19 ku dawiya meha Kanûnê li Çînê derket holê û li dehan welatan belav bûye, li bajarê Wanê ku li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê ye bû sedema tirs û fikareke mezin. Di vê navberê de Tirkiyê sînorê xwe li Îranê girt.

Li Wanê gelek maske tên firotin. Tevî ku deriyê sînor ê Kapikoyê li bazirganiyê girtî ye, ketin û derketina ji deriyê sînor bi makîneya termal tê kirin.

Ji ber tirs û fikara li bajêr rû da, Walîtiya Wanê rojnamevan kir hedef û got, “Du-sê kes hene ku dibin sedema panîkê.”

Li Wanê niha çar kes li nexweşxaneyê tên dermankirin. 3 ji wan di beşa lezgîn, yek jî li servîsa normal e. Her çar kes ji Îranê derbasî Wanê bûne. Tê gotin, du ji kesên di servîsa lezgîn de ne birayên hev in.

Endamê Desteya Rêveberiya Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê bijîşk Huseyîn Yavîç têkildarî tedbîrên ji bo Wanê li dijî vê vîrûsê werin girtin got, divê ti tişt ji millet neyê veşartin.

 

  NAVENDA NÛÇEYAN