ELÎ KEDRO / XANDÎ ELO / ANHA / ŞEHBA

Behcet Ehmed ê 56 salî yê ji gundê Termîşo yê ser bi Şiyê ya Efrînê, 58 rojên berxwedanê xêz dike.

Dema ku Behcet 10 salî bû, dest bi xêzkirina wêneyan kiriye û niha jî bûye şêwekar. Wêne yek ji xeyalên Behcet bû, dema ku xwendina xwe di peymangeha Edhem Ismayîl a hunerên şêwekariyê li paytexta Sûriyê Şamê xelas kir, xeyalên xwe kirin rastî. Tevî ku malbata wî nedihişt, Behcet bi israra xwehunerên bedew xwendin.

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî kantona Efrînê kir û komkujî kirin, şêniyên wê neçar man jê derkevin û berê xwe bidin kantona Şehbayê.

Ji bo ku Efrîn her tim di bala Behcet de be, dest bi xêzkirina hin gund û navçeyên Efrînê her wiha navenda bajêr kir.

Behcet Ehmed wêneyekî bajarê Efrînê bi rengê reş xêz kiriye. Behcet dest nîşan dike ku ew wêne êrişên dagirkeriyê û komkujiyan nîşan dide.

Tevî ku alav û pêdiviyên xêzkirina wêneyan tine ne, ew hemû wêneyên xwe bi pênûsa hibir xêz dike.

Behcet Ehmed tevî zehmetiyan, ji bo mayîna li Efrînê di bala wî de ye û ji bo nîşandana berxwedana Efrînê, israr dike di xêzkirina wêneyan de.