
Di nava bermahiyên şer û tunelên betonê yên bajarê Tebqayê de li hin malbatan afrînerî zindî ye. Ev rewşa du zarokan e, piştî ku vegeriyan malên xwe yên li bajarê ku ev çend sal in têde huner hatiye qirkirin ji nû ve nexşe û şêwekariyê dikin.
Welatiyê bi navê Ehmed El-Ehmed bavê du zarokên afirîner e bi navê Buşra û Duha. Ew li taxa El-Buheyra ya başûrê bajarê Tebqayê dimînin. Herdu zarokan piştî ku bajarê wan hate rizgarkirin afirîneriya xwe eşkere kirin, ew e ku herdu nexşe û şêwekariyê dikin.
Bavê herdu zarokan diyar kir ku ew dizane ku herdu zarokên wê ji şêwekariyê hez dikin û got: “Jiyana dijwar a beriya rizgarkirina bajêr, hişt ku ez afirîneriya herdu zarokên xwe ya şêwekariyê veşêrim. Nemaze ji ber ku komên çete şêwekarî karekî heram didîtin û di encamê de hemû rengên jiyanê tine kirin û tenê rengê reş vejandin.”

Perdeya reş rakirin
Bavê herdu zarokan bi vegera afirîneriya şêwekariyê kêfxweşiya xwe wiha anî ziman: “Herdu zarokên min ji nû ve dest bi xêzkarî û şêwekariyê kir. Vê yekê hişt ku ez serdema reş a dagirkirina çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Tebqa heta astekê ji bîr bikim.”
El-Ehmed axaftina xwe wiha dewam kir: “Piştî ku bajar bi saya şervanên QSD´ê hate rizgarkirin, em vegeriyan malên xwe. Rojekê dema ku ez ji karê xwe vedigeriyam malê, min dît ku herdu zarokên min dîsa dest bi şêwekariyê kirine. Min xwest nas bikim ka wan çi li ser tabloyên xwe xêz kiriye, min di van tabloyan de hin rengên ku hema min ji bîr kirine dîtin, ku bi tiliyên bedew hatine çêkirin. Ez matmayî mam çawa evan tilî dikarin şîn û şahiyê xêz bikin. Li ser vê yekê min tavilê berê xwe da şêwekar Ebdilrehîm El-Îsa û min ji wî xwest ku afirîneriya herdu zarokên min bi pêş bixîne.”
Buşra ya 15 salî derbarê tabloyeke xwe de dibêje, “Di vê tabloyê de min xwest ku azadiya, em jê bêpar mane bi rengên cûda xêz bikim. Min masî bi hemû rengan xêz kirin. Bi şabûna mezinan û zaroktiyê û periyekê ku şînên xwe bi masiyeke piçûk re parve dike.”
Duha ya 13 salî jî dibêje, “Min azadiya niha bi şahiyekê şîrove kir û di vê şahiyê de alên serketinê û demokrasiyê bilind dibin.”
Herdu şêwekarên piçûk malavahiya mamosteyê xwe Ebdilrehîm El-Îsa dikin ku wî jî çend tabloyên ku DAIŞ’iyekî çirandibû diyarî wan kirin. Duha vê tabloyê şîrove dike ku ev tablo dihêle zarok di dema ku paşverûtî dixwest serwer be, fêr bibin.
ANHA / REQA