Cenazeyê siyasetvanê Kurd, Îbrahîm Ayhan ku li Hewlêrê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dabû, birin Sêweregê. Polîsan êrişî girseya gel kir, lê encam negirt.
Bi hezaran kesî, cenazeyê siyasetvanê Kurd Îbrahîm Ayhan ê li Hewlerê ji ber ku diklê wî sekinî, jiyana xwe ji dest da, ji Nexweşxaneya Dewletê ya Sêweregê wergirt û ji bo helaliyê birin mala lê ji dayik bûye.
Di merasima cenaze de Hevserokên Giştî yê KCD’ê, Endamên Dîwana KCD’ê, Hevserokên Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temelli, Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk, Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik, parlamenterên HDP’ê, Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Endamên TJA´yê, rêveberên HDP’ê yên Riha, Mêrdîn, Şirnex, Amed, Mêrsîn, Edene, Semsûr û navçeyên wan, nûnerên saziyên civakî, Hunermend Ferhat Tunç û bi hezaran kesên din amade bûn. Girseya beşdarî merasimê bû, bê navber dirûşmeya “Şehîd Namirin” got.
Dema cenaze ji morga nexweşxaneyê hat wergirtin, Hevjîna Ayhan, Rezan Ayhan got, “Êdî mirov nikare li mala xwe xwarinê bixwe. Nikare derkeve ber deriyê mala xwe. Serokwezîr û Serokomarekî çawa hene? Ma çi kiribû we li girtîgehê da ber agir. We hewl da wî bişewitînin. Êdî bes e. Hevjînê min ji ser vê axê reviya. Çû rastiyê ji cihanê re bibêje. Her kesî jê hez dikir.”
Dayika Ayhan Zekiye Ayhan jî got, “Erdogan destê min di qirika te de ye. Erdogan bila dil û kezeba te bişewite. Ez ê îro li ser piyan bim. Îro ji bo Brahîm destê min wê li hewa be. Kurê min ji ber zilma Erdogan çû. Bi şeref û namûsa xwe jiya. Dilê wî ev zilm ranekir.” Li gel astengiyên polîsan jî bi sedan maşîn çûn mala Ayhan û ji wir jî çûn goristana Nato.
Benda polîsan hat rakirin
Li ser rêya karwanê cenaze, polîsên sivîl hatin bicihkirin. Polîsan xwest welatiyên nîşaneya serketinê dikin, dûr bixin, lê welatiyên Sêweregê guh neda astengiya polîsan. Destpêkê karwanê cenaze wê biçûya mala malbatê lê ji ber tevlîbûna zêde polîsan berê karwanê cenaze da Goristana Natoyê.
Bi deh hezaran kes ji wesayîtên xwe hatin xwarê û ber bi goristanê ve meşiyan. Cenazeyê Ayhan bi ala HDP’ê hate pêçan û piştre gireseya gel ala kesk, sor û zer danî ser cenaze. Gel darbesta Ayhan bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ , ‘Bijî Serok Apo’ bi ser milan kirin. Polîsan li nêzî goristanê êrişî gel kir.
Bi deh hezaran kesên beşdarî merasîmê bûyîn, benda polîsan a li goristanê derbas kir û çûn goristanê. Girseya gel dema cenazeyê Ayhan birin mizgefta goristanê polîsan bi Droneê ji hewayê dîmen girtin. Cenazeyê Ayhan bi diayan hate veşartin.
MA / SÊWEREG