Hat ragihandin ku wergêr û nivîskarê Kurd Necmedîn Şewketiyan, ji ber nexweşiyê koça dawî kir.
Edîb, wergêr û nivîskarê kurd ê navdar Necmedîn Şewketiyan li bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê, ji ber nexweşiyê di 66 saliya xwe de rehmet kir.
Necmedîn Şewketiyan hem nivîskarî dikir û hem jî berhemên Kurdî werdigerandin Farisî û yên Farisî jî werdigerandin Kurdî.
Şewketiyan sala 1951´ê li bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûbû û demekê berpirsyariya dezgeha edebî ya bi navê Awêne jî kiribû.
SINE