Albuma ‘Şewq’ ya Baran Bozyel ji KOM Muzîkê derket. Baran di vê albuma xwe de di bin bandora têkoşîna jinan de maye û got, ji ber vê yekê navê Şewq tercih kiriye. Baran got: “Têkoşîna rizgariya jinê û azadiya wê ku kedê hatiye hunandin, bandor li ser min kir.” 

Baran diyar kir ku ew albuma xwe diyarî jinên nemir ên têkoşîna azadiyê dike. Her weha album ji aliyê muzîsyenên ti bendewariyên wan yên aborî tinebû ve, bi awayekî komînal hatiye derxistin. 


‘Divê peyam bê dayîn’

Bozyel got, bi armanca “Têkoşîna jinên Kurd çawa bi awayekî estetîk vebêjim” ev album min derxistiye û weha peyivî: “Ez wek jineke ku gav avêtiye hunerê, min got ez ê çawa têkoşîna jinê bi awayekî herî estetîk vebêjim. Min destpêkê binesaziya vê ava kir. Min gelekî xwend û lêkolîn kir. Di dîroka 5000 salî de çi bûbû? Rola jinê çi bû? Têkoşîn çawa çêbû? Rewşa niha çi ye?”


‘Wek manîfestoyekê ye’

Album ji 8 stranan pêk tê.  Gotin û awaza çar stranan ya Bozyel bi xwe ye. Strana herî jê hez dike ‘Meşa jinan e’. Baranê diyar kir ku gotinên vê stranê wê nivîsîne û got, ew ji bo wê, wek manîfestoyekê ye. Bozyel got destpêkê wê  bi Tirkî nivîsiye lê piştre bi Kurdî nivîsiye.


Sara, Ekîn û 15 jinên Bedlîsê

Bozyel got, straneke din ji bo “Dayikên Şemiyê” hatiye nivîsin û weha peyivî: “Roja Sakîne Cansiz û hevalên wê hatin qetilkirin, ez gelek xemgîn bûm. Strana ‘Kizil duşlu kadinlar (Jinên xevnê wan gevez) ’ li ser vê min nivîsî. ‘Jinên axa zêrîn’ li ser 15 hevalên jin yên Bedlîsê şehîd ketin, min nivîsî. Her weha min li ser Ekînê jî stranek nivîsî. Li ser qetilkirin 24 hevalan li Cudî jî strana ‘Bist û çar gûl’ nivîsî.”

Bozyel di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di albuma wê de têkoşîna rizgariya jinê heye û got, divê ji ber vê guhdariya bikin. 


 JINHA/STENBOL