Di kombûnê de ku hedef pêkanîna diyalog û yekîtiya neteweyî di nav hêzên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê de bû, ji Kanada, welatên Skandînavya û Ewropaye nûnerên gelek partî, saziyên civakî û kesayetên serbixwe, rewşenbîr û akademîsyen amade bûn.
Kombûnê di bin dengê sirûda Ey Reqîb û rêzgirtina ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir.
Piştre endamê Konseya Rêveber a KNKê Zubeyîr Aydar û Hevserokê KNKê Tahîr Kemalîzade, li ser armancên kombûnê axivîn û bal kişandin ser giringiya diyalog û hemhelwestiyek neteweyî li Rojhilatê Kurdistanê.
Zubeyîr Aydar ku bal kişand ser guhertinên siyasî ku li Rojhilata Navîn pêk tên, giringiya yekîtiyek siyasî û civakî li Rojhilatê Kurdistanê destnîşan kir.
Rûniştina destpêkê ya roja yekemîn a kombûnê, bi axaftin û peyamên partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê dewam kir.
Gelek rêxistin beşdar bûn
Li ser navê PJAK serokê partiyê Ebdurrehmanê Hacî Ehmedî û nûnerên Tevgera Demokratîk a Yarsan, Komeley Yeksanî Kurdistan, Partiya Serbestiya Rojhilatê Kurdistanê, Partiya Azadî ya Kurdistanê, Platforma Zagros, Civaka Aştî û Pêşdeçûnê li Kurdistanê CAPEK, Rêxistina Xelk a Kurmancên Xorasanê, Komeleya Mafê Mirov a Kurdistanê, Kurdosayd WATCH, Platforma Jinên Kurdistanê, Komeleya Dayikên Kurd li Swêd axivîn.
Di axaftinê xwe de aliyan, projeyên xwe yên ji bo Rojhilatê Kurdistanê, giringiya pêşxistina diyalog û hevkariya di navbera hêzên siyasî û civakî de û damezrandina mekanîzmayek berfireh ya têkoşîna ji bo mafên rewa yên gelê Kurd û gelên din ên li Îranê anîn ziman.
Bayik: Ji yekîtya Kurdan ditirsin
Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik jî peyamek bi dîmen ji kombûnê re şand, pêkhateyên kombûnê silav kir û bal kişand ser rewşa şer a li Rojhilata Navîn. Bayik têkoşîna gelan li hemberî vî şerî bibîr xist û anî ziman ku destwerdana ji derve çare nîne. Bayik diyar kir ku gelên Rojhilata Navîn dixwazin çarenûsa xwe diyar bikin, lê belê ji ber kêmasiya pêşengiyê encama hêvî dike bi dest nexistiye. Bayik da xuyakirin ku El Qaîde dixwaze vê valahiyê bikar bîne û destnîşan kir ku encamên ev rêxistin bi dest dixe encamên demî ne.
Bayik da zanîn ku divê gel pirsgirêka xwe ya pêşengiyê çareser bikin û got, "Ji bo destwerdana modernîteya kapîtalîst a li Rojhilata Navîn encamê negire, pêwîste gelên herêmê li dijî modernîteya kapîtalîst û hevalbendên wan têbikoşin. Bi vî rengî gelên Rojhilata Navîn dikarin bi awayekî azad bijîn."
Bayik da xuyakirin ku Kurd bi salane têdikoş e û destnîşan kir ku Kurd hem dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bibe hem jî pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn çareser bibin.
Bayik ragihand ku Kurd dixwazin 'vê têkoşînê mezintir bikin' û pêşniyara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo kombûna Kongreya Neteweyî bibîr xist. Cemîl Bayik diyar kir ku pêvajoya li Rojhilata Navîn tê jiyîn yekitiya neteweyî li Kurdan ferz dike û anî ziman ku hin derdor yekitiya Kurdan naxwazin.
Bayik her wiha da zanîn ku divê nêzîkatiyeke sivik li Îranê neyê nîşandan û destnîşan kir ku Îran li Rojhilata Navîn xwedî armancên hegemonîk e. Bayik da xuyakirin ku Îran hewl dide van armanên xwe yên hegemonîk di ser Şîa re bicih bîne û got ku li Îranê guhertinek tê jiyîn. Bayik anî ziman ku hînê ne diyare ev guhertin wê bi kîjan encamê bi dawî bibe.
Cemîl Bayik diyar kir ku Îran li derve veguheriye rêveberiyeke nerm lê li hundir bûye rêveberiyeke zext û zordar destnîşan kir ku divê gel têkoşîna demokrasiyê ya li Îranê xurtir bikin. Bayik anî ziman ku ji Rojhilatê Kurdistanê jî heman tişt tê xwestin û ragihand ku divê gelê Kurd li vir jî li dijî zîhniyeta netewe dewletê rawest e.
'Em ji hemû Kurdistanê berpirsin'
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal ku pişte axivî diyar kir ku gelê Kurd li Rojhilata navîn êdî bûye aktorek esasî, bal kişand ser rewşa li Rojavayê Kurdistanê derketî holê û got, divê em li beşê Rojhilat ê Kurdistanê jî ji hemû rewşan re amade bin.
Remzî Kartal her wiha destnîşan kir ku ew wekî KCK û KONGRA GEL, piştgiriya hemû hewldanên neteweyî ji bo çareserkirina pirsa Kurd li hemû beşên Kurdistanê dikin, dûr ji berjewendiyên hizbî û partîtî, ew wekî tevger xwe li hember hemû beşên Kurdistanê berpirsyar dibînin û amade ne, bi hemû hêza xwe piştgiriya Rojhilatê Kurdistanê jî bikin.
Beriya nîqaşên rêxistin û saziyên Rojhilatê Kurdistanê ku heta derengiya şevê dewam kirin, nûnerên PYD, YNK, Tevgera Goran, Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan, Partiya Veguherîna Demokratîk a Mezopotamya (Asûrî/Suryanî), Partî Şûî Kurdistan û serokê Yekîtiya Parlementerên Kurdistanê Nîmet Ebdullah jî peyamên piştgiriyê dan.
Sîstema guncav Xweserî ye
Nûnerê PYDê Xebat Şakir di axaftina xwe de Şoreşa Rojavayê Kurdistanê wekî mînak destnîşan kir û got, xeta 3. û Xweseriya Demokratîk, sîstema herî guncaw ji bo Rojhilatê Kurdistanê ye jî. Em amade ne, hemû ezmûn û tecrûbeyên xwe bi Rojhilatê welatê xwe re parve bikin.
Kombûna ku pêr destpêkir, doh di saetên paş nîvro de bi dawî bû.
Di kombûnê de biryar hate dayin ku taybet bi Rojhilatê Kurdistanê kombûneke duyemîn ku hêzên din ên Rojhilatê Kurdistanê jî tê de amade bibin û li parlementoya Ewropa jî bi mijara Rojhilatê Kurdistan û Îranê konferansek were organîzekirin. Di dawiya kombûnê de encamnameyek hate amadekirin ku çav li rê ye îro ji raya giştî re were aşkerakirin. Hemû rûniştinên kombûn bi awayekî zindî ji aliyê Newroz TV ve hatin weşandin û gel jî raste rast nîqaş û projeyên hatin pêşkêşkirin, şopand.
ANF/VÄSTERAS