Şêwra Rojhilatê Kurdistanê, ku yek ji komxebatên KNK’ê yên ji bo yekîtiya neteweyî ye di roja diduyan de doh dewam kir û saeta me nûçe ji weşanê re amade dikir, hîna jî li dar bû. Çav li rê bû ku di dawiya komxebatê de encamnameya komxebatê bê eşkerekirin.

Şêwra Rojhilatê Kurdistanê ya ji bo Yekîtiya Neteweyî ya Kurd, li gel 16 partiyên siyasî yên ji Rojhilatê Kurdistanê, 150 delegeyên ji rêxistinên civakî yên sivîl, akademîsyen, nivîskar û rojnamevanan doh di roja duyem de dewam dikir.

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurd (KNK) Rêbiwar Reşîd pêr axaftina destpêkê a şêwrê kir, şêwrê bi peyam û axaftinên nûnerên partî, rêxistin, sazî û kesayetên cuda dewam kir.

Şêrzad Kemanger jî peyama KODAR’ê xwend û îşaret bi girîngiya Kongreya Neteweyî ya Kurd di nava şert û mercên heyî de kir û got, “Di nava yekîtiya neteweyî de ne tenê partiyên siyasî; divê rêxistinên civakî yên sivîl, rewşenbîr, akademîsyen û rûspiyên civakê jî cih bigirin. Yek ji wezîfeyên bingehîn ên Kongreya Neteweyî ya Kurd, parastina xweza û berhemên dîrokî yên Kurdistanê ye. Li dijî siyaseta zayendîparêz divê têkoşîn bê dayîn, ji bo azadiya jinê qadên berxwedanê werin afirandin.”

Şêrzad Kemange rbi girîngî îşaret pê kir ku li şûna berjewendiyên herêmî û hin aliyan, divê berjewendiyên neteweyî yên Kurdistanê werin parastin û wiha dewam kir: “Rêbaza jiyanê û hemû baweriyên cuda li gorî xweseriyên xwe bên parastin. Di karên dîplomatîk de divê nêzîkatiyeke erzan û bazirganî neyê nîşandan. Li şûna vê, esasên neteweyî bên destnîşankirin. Polîtîkaya dervehiştin û zextên li ser civaka Yaresanê, nayê qebûlkirin. Li dijî êrîşên rejîma Îranê yên li hemberî kolberan, pêwîste helwesteke hevpar bê nîşandan û kolber werin parastin.”

Dema nûçeya me dihat amadekirin, şêwêr dewam dikir. Çav li rê bû u di dawiyê şêwrê de encamnameya komxebatê bê eşkere kirin.


Partî û rêxistinên tevlî şêwrê bûne

Nûnerên Partiya Serxwebûna Kurdistanê, Komeleya Rewtî Sosyalîst, Sazumaniya Demokratîk a Yaresan, Partiya Komunîst ya Îranê, Platforma Howram, Platforma Zagros, Federasyona Ferheng a Yaresan, Sazumaniya Yarî Kurd Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê, Komaleya Mafê Jinan-RONAK,  KODAR, PJAK û KJAR’ê tevlî şêwrê dibin. 


‘Lidarxistina Kongreyê pêwîst e’

Nivîskar û rojnamevanên navçeya Kelar a Germiyanê diyar kirin ku divê demê de lidarxistina kongreya neteweyî gelekî girîng e û gotin; “Hinek alî ji ber berjnewendiyên xwe yên madî û bazirganiya ligel welatên cîran ji bo kongreya neteweyî tiştekî nakin. Di vê demê de lidarxistina kongreya neteweyî pêwîstiyek e.”

Nivîskar Soran Nedar diyar kir ku pirsgirêka Kurd yek pirsgirêk e û got; “Li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê jî yek helwêst û yekdengî û hevkariya hevpar pêwîst e. Ji ber vê yekê pêwîst e hemû hêz û aliyên siyasî û rêxistinên civakî yekgirtî bin ji bo bi destxistina mafên gelê Kurd ên rewa.”

Herwiha çalakvanê sivîl Karwan Ezîz destnîşan kir ku pêwîst e demildest Kongreya Neteweyî pêk were û got; “Pêwîst e Kongreya Neteweyî di demeke zû de pêk were. Beşek ji aliyên siyasî li ser lidarxistina Kongreya Neteweyî ne hemfikr in. Ji ber ku hinek alî berjewendiyên madî û bazirganî ligel welatên cîran hene.”

Rojnamevan Hêmin Mîrweyis jî li ser babetê got; “Bi rojeva refenadûma Herêma Kurdistanê re jî derkete holê ku hemû dewletên dijmin ên cîran li dijî gelê Kurd in. Ev jî derkete holê ku bi yekgirtî li dijî Kurdan in. Ji ber vê yekê, ji hemû deman zêdetir pêwîstî bi lidarxistina Kongreya Neteweyî heye. Her aliyekî pêşengiyê ji kongreya neteweyî re bike, cihê dilxweşiyê ye.”


 NAVENDA NÛÇEYAN