Di dawiya sedsala 19’emîn û di sedsalên 20-21’emîn de dema mirov li dîrokçeya muzîk û zimanê Kurdî dinihêre, di warê parastin û geşedana wê de bi awayekî aşkere rastî para hin zana û ferdên Ermenî tê. Ku kesên wek Sogomon Kevork Sogomonyan (Komîtas Vardabet), Garabet Khaçhatûrîan (Qerapetê Xaço), Aram Îlîtch Khachatûrîan, Avetîk Isahakîan, Hrachîa Nersîsîan, Aramê Tîgran hwd. di vî warî de berhemdar bûne û li nêv rûpelên hunera Kurdî navê xwe bi cih kirine. 


Tîgran sewteke Mezopotamyayî ye

Di vê bargehê de, heke ji jêderên muzîka neteweyî, rêgeza herî xurt ziman be, nexwe kesên herî zêde bi zimanekî diyar hunera xwe yî muzîkî îcra û şîrove bikin, hunera wan aîdiyeta wî zimanî digire. Dema meriv ji van kesan guhdariya Aramê Tîgran dike, li gor lêkolînan di 53 salên wî yê muzîkê de leqayî 237 berhemên Kurdî (ku ji van 7 jê bi zaravayê Zazakî ne), 150 jê Erebî, 30 jê Tirkî, 10 jê Suryanî, 8 jê Yûnanî, gellek jê Ermenî bi giştî 650 berhemî tê. Ev dîmen jî dide der ku Tîgran bi taybet ji bo Kurdî, lê bi giştî, newayeke cergebez û sewteke Mezopotamyayî û koroyeke wan neteweyan e ku çarenûsa wan her li jenosîdan alîqî maye. Ku di vî warî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di dema koça dawî ya Tîgran de diyar dikir, Tîgran bilbilê Rojhilata Navîn e, lew bi gellek zimanan distiriya û wiha gotibû, “Dema min li Enqereyê cara ewil di radyoyê de guhdariya dengê Aram Tîgran kir min gotibû, ‘Divê ev deng nemire, her azad bimîne. Lew dengê wî dengekî dawidî ye, tenha ye.’ Yê ku berê min da Kurdistanê ev deng bi xwe bû. Ji ber vê, nikarim ji bo Aram bibêjim miriye. Ew şehîd e, nemir e. Divê bîranîna wî her bijî.”


Dengê ûdê tîna wî neşikand, berê xwe da cimbişê

Aram Tîgranê ku digot, heke careke din werim dinyayê ez ê hemû tank, top û çekan bihelînim û wan bikim cimbiş û zirne, di 15’ê Çileya 1934’an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik dibe. Bavê wî Ardeşîr ango Sarkîs bi awayekî dîtir Mêloyê Sakê bi eslê xwe ji herêma Farqînê (ku hin çavkanî dibêjin Sason) ye û dayika wî Xîldayê jî ji Kirmancên Pasûra Amedê ye. Piştî jenosîda 1915’an malbata wî ji hêla malbateke Kurd ve, ji qirkirinê tê xelaskirin . Di vê biwarê de Tîgran di maleke bi Kurdî lê tê axaftin, mezin dibe, guh dide nesîhetên bavê xwe yê bilûrvan û berê xwe dide çand û muzîka Kurdî. 


Di Newroza 1953’yan de konserekê dide

Di 6 saliya xwe de li ber destê bavê xwe hînî ûdê dibe. Piştî ku li Qamişloyê xwendina xwe ya lîseyê temam dike, 3 salan jî tehsîla bilind dixwîne. Piştî demekê li gel kesên zana dersên ûdê digire û bi awayekî pispor fêrî ûdê dibe. Lê ji bo Tîgran debara xwe bike, di 20 saliya xwe de li dawet û şahiyan distrê. Cara ewil konsera xwe di Newroza 1953’yan de li dar dixe. Tîgran pisporê ûdê bû û herî zêde di warê formata gelêrî de hunera xwe îcra dikir, ji ber dengê vê amûrê tîna wî naşikîne, berê xwe dide cimbişa ku dengê wê hîn zêde û bilindtir e. 


Dewletê nehişt li Amedê bê definkirin

Sala 1966’an tevî malbata xwe koçberî Ermenistanê dibe. Li Ermenistanê di Radyoya Yêrîvanê ya ku sala 1955’an di bin banê rêvebiriya Casimê Celîl de hat vekirin, di Beşa Kurdî de dixebite û cara ewil bi awayekî cidî di warê muzîkê de li vir perwerde dibe û li vir di muzîka Kurdî de stîleke nû ya koroyî diafirîne. Tîgran heta sala 1984’an li radyoyê dixebite û sala 1995’an de berê xwe dide Ewrûpayê û piştî demeke kurt li Atînaya Yewnanistanê bi cih dibe. Sala 2006’an ji bo mihrîcanekê cara ewil hat Amedê û dema hat cara ewil çû serdana gundê bavê xwe. Piştî sê salan ango di 6’ê Tebaxa 2009’an de Tîgran nerehet dibe û di 8’ê Tebaxê de li nexweşxaneyeke Atînayê di 75 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dide.

Berî ku jiyana xwe ji dest bide, daxwaz dike ku wî li Amedê veşêrin, lê li gel hemû hewldanên malbata wî û sazî û dezgehan jî Wezareta Karên Hundir û Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê bi hinceta ne welatiyê Tirkiyeyê ye û heke li Amedê bê definkirin dê li Tirkiyeyê ‘ji bo provakasyonan bibe zemîn’ destûr nehat dayîn û li ser vê li Brûkselê hat definkirin. 


Talana çandî ya dewleta Tirk

Aram Tîgran 14’emîn berhema xwe di 74 saliya xwe de derxist, gellek berhem û stranên mayîn de yên wek; Zimanê Kurdî, Çiyayê Gebaro, Ez Kurdistan im, Bilbilo, Wexta Zerya Nîşan Kirin, Em Hatin, Kula Dilê Min Welat, Şev Çû, Ay Dîlberê, Diçim Diçim Nema Têm, Te Ez Kal Kirim, Xemilî Zozan, Sebra Dila, Pêşiya Malê hwd. bi newa û noteyên xwe li kelepûra muzîka Kurdî zêde kirin. Her wiha gellek berhemên wî ku muzîka jinan ji wan û gotinên hinan ji wan aîdî wî bûn, di repetûara TRT’ê de wek ku malê kelepûra muzîka Tirkî bin hatine wergerandin û dizîn.


RÊDÛR DÎJLE/DÎHA/AMED