SÎLVA MISTEFA / ROZANA DADO / ANHA / HELEB
Jinên taxa Şêxmeqsûdê debara malbatên xwe dikin û beyî alîkariya kesekî xwe bi xwe bi rê ve dibin. Her wiha di nav şert û mercên dijwar de karên xwe bi pêş dixin.
Hinek jin firinan bi rê ve dibin, dikanên madeyên xwarinê û dikanên bazirganiyê jî. Jin li gorî karîn û derfetên xwe hewl didin karên xwe bi pêş bixin.
Mînaka wan jinan dayika Fatme Mûsa ye. Fatme 40 salî ye. Dayika Fatme dayika 3 zarokan e. Li taxê beriya 14 salan, piştî wefata hevserê xwe, bi cih bûye. Fatme di pîşeya neqşkirinê û reşandina moriyan li ser cilan de dixebite. Niha ev pîşe bûye çavkaniyekê ku kar li gelek jinên taxê belav dike.
Rojana dayika Fatme tevî karê malê, 30 parçeyan diqedîne. Dayika Fatme ji bo karê xwe dibêje, “Divê bawerî hebe. Jinên kedkar dikarin li hember astengiyan bisekinin.”
Ji bo debara mal û kulfet
Her wiha mînakeke jinên kedkar jî dayika ku bi eslê xwe Ereb dayika Fatme El-Ibrahîm e. Hevserê wê jî beriya bi 3 salan wefat kir. 6 zarokên wê hene. Di warê firotina cilên jinan û zarokan de dixebite. Dayika Fatme got, “Min bi 15 hezar lîreyên Sûriyeyê dest bi kar kir û piştre min karê xwe berfireh kir. Bi demê re gelek muşteriyên min çêbûn.”
Fatme El-Ibrahîm diyar kir ku gelek jinên taxê xwe di warê bazirganiyê de îsbat kirine.