Osmaniyên ku di şerên li Balkanan de têk diçin û li aliyê din jî li Kirimê ji aliyê rûsan ve têk diçin zêdetir xwe dikişînin qalikên xwe. Di wan deman de ji bo ku gelên misilman di bin kontrola xwe de bihêlin propogandaya umetbûna îslamê dikin. Lê ligel van hewldanan jî nikarin rûyê xwe yê rastîn veşêrin û di serî de Kurd gelek civakên din jî nerazîbûnên xwe bi serhildanên herêmî destnîşan dikin. Şêx Riza Talebanî tam jî di van deman de çavên xwe li dinê vedike.
Helbestkariya wî
Şêx Rizayê Talebanî di helbestên xwe yên hîcîv de gotin û peyvên herî mustehcen bi kar aniye. Çi mirovên hikûmetê bin û çi jî mirovên wî bi xwe bin, kê neheqî li dijî wî an jî li dij gel kiribe, Şêx Riza bi hîcvên xwe, bi rexneyên xwe çûye ser wan.
Şêx Rizayê Talebanî kurê Şêx Evdirrehman Talebanî ye, di 1835’an de li hêla Kerkûkê li Qirixê hatiye dinyayê. Pêşî li ber destê bavê xwe xwendiye. Paşê ji bo xwendine çûye Kerkûk, Koye û Silêmaniyê.
Şêx Riza di 1860’î de diçe Helebê, paşê diçe Stenbolê. Du salan li Stenbolê dimîne, pîştre vedigere Kerkûkê. Piştî ku bavê wî dimire ji Kerkûkê diçe bajarê Koyê cem apê xwe Şêx Xefûr. Qaşo apê wî soz daye wî ku keça xwe bide Şêx Riza, lê paşê nadê. Şêx Riza jî li ser vê yekê diqehire ji Koyê diçe Kerkukê û dest pê dike helbestan li ser apê xwe dinivîse.
Helbestên hîcvî
Şêx Riza di 1866’an de diçe Erziromê û di wir re jî diçe Stenbolê. Çi li Stenbolê be û çi jî li derdorên padîşah be, di demeke kurt de nav û dengê wî belav dibe. Şêx Riza nêzî heşt salan li Stenbolê dimîne. Paşê di 1874’an de vedigere Kerkûkê. Pişt re ji karbidestên Kerkûkê û ji hin malbatên mezin û şêx û axayên Kerkûkê diqehire, ji Kerkûkê bar dike diçe li Bexdayê bi cih dibe. Heta ji bo vê yekê di helbestek xwe de wiha dibêje:
Bem hale eger def’eytir biçime Kerkûk
Me’lûm e be merdî neriwawe le serim tûk.
Helbestkarê gewre di helbestên xwe de zêdetir zimanekî mustehcen û hîcvî bi kar tîne ku wê demê zêdetir bala rayedaran dikişîne. Rayedar ji bo ku nebin yek ji kirdeyê helbestên wî yên hîcvî car caran xwe ji ser riya wî jî averê dikin. Dîsa di rêzeke helbesteka xwe de, ji Şêx Hesen re wiha dibejê:
Bo kerî îlan-î herb kird legel min Şêx Hesen
Seyrîken yaran çi gobendêkî gêrra em kere.
Helbestkar Şêx Riza, Şukrî Fezlî û Cemîl Siddîq Zehawî çi bi erebî û çi bi Kurdî gelek hîcîv li ser hev nivîsîne. Tê gotin ku Şêx Riza wisa li ser wan nivîsiye ku êdî herdu helbestvan jî ji ber Şêx Riza pes kirine. Mesela Şêx Riza di rêzekê de ji bo Şukrî Fezlî wiha dibêje:
Pûre Şukrî besiye ba netgêm û şemet leq nekem
Dayke kêrxurut hewaley sûrî ser ecleq nekem.
Kone hîzî sarî Bexda lêm heram bê şaîr î
Ger kuzî xuşkit wekû eywanî Kesra şeq nekem.
Dîsa di helbestek xwe de henekên xwe bi hin şaîran dike û wiha dibêje:
Çunkî şa’îr zor bûwe lem ‘esre da
Bote heşrî nêreker lem hucre da.
Şêx Rizayê Talebanî di sala 1910’an de di 74 saliya xwe de li Bexdayê wefat dike. Wî li Bexdayê nêzîkî gora (mezelê) Şêx Evdilqadirê Geylanî vedişêrin. Şêx Rizayê Talebanî bi Kurdî, farisî, erebî û Tirkî helbest nivîsîne. Helbestên wî wekî dîwan cara pêşîn di 1935’an de li Bexdayê hatiye çapkirin.
RAMAZAN OLÇEN/AMED