Rêxistina BDP'ê ya Amedê, bi boneya 89'emîn salvegera darvekirina Şêx Seîd û 47 hevalên wî, li Qada Deriyê Çiyê daxûyaniyek da çapemeniyê. Hevşaredara Peyasê Bîrsen Kaya Akat, ya Rezanê Fatma Arşîmet, rêveberên rêxistinên BDP'ê yên bajêr û navçeyan û malbata Şêx Seîd tevlî çalakiyê bûn. Daxûyanî ji hêla Cigirê Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Amedê Eşref Mamedoglu ve hate xwendin. Mamedoglu, diyar kir ku ew ji bo rihê bav û kalên xwe yên 89 sal berê ku bi destê zaliman hatin qetilkirin û balê bikşînin ser birîna her çiqas diçe mezin dibe, li vir in.


'89 sal in Kurd têdikoşin'

Mamedoglu, da zanîn ku darvekirinên rêberên kurdan, di navbera gelan de bûye, sedema birînên gelek kur û diyar kir ku vê birînê jî rê liber serhildanan vekiriye. Mamedoglu, wiha got: "Kurdên ku di kesayetiya rêberê wan a hatine darvekirin, qirkirin û sirgunan de, piştî 89 salan dev ji lêgerîna xwe ya edalet, wekhevî û azadiyê bernedan e." Mamedoglu, anî ziman ku ne înkar, ne tunekirin, ne jî serhildan û îsyan çareseriyê nayîne û ev tişt gotin: "Darvekirina ku ji bav û kalên me re rewa hatiye dîtin û piştî darvekirinê cenazeyên wan bi awayeke tomarî hatine definkir û cihê wan jî hatiye veşartin. Gorên wan nedana malbatan, nedana gelê me. Di mejiyê gelê me de tiştên jiyane jênebiriye û neavêtiye; bîlakîs xwedîderketineke xûrt aniye. Em li vir, bi feraseteke mirovahî û exleqî derdikevin rê û rê li ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdan vedikin."

'Cenazeyên wan bidin'

Mamedoglu, xwest ku "Gorên Şêx Seîd û hevalên wî bidin malbatên wan" û ev tişt gotin: "Dev ji bêrêziya li hemberî cenazeyên kalên me berdin. Em dixwazin wan li gorî orf û kevneşopiyên xwe veşêrin. Kêla gorên wan danin û wesiyeta wan bi cih bînin. Ev dê, bibe lêborîneke ji bo zilma ku di dîrokê de li hemberî gelê kurd hatiye kirin. Bila ev bibe xalek ji çareseriya pirsgirêkan. Feraseta 'her pirsgirêk di koka xwe de çareser dibe' vê pêwîst dibîne."

'Komkûjiyan ronî bikin'

Mamedoglu, destnîşan kir ku cezaya darvekirinê ya di 29'ê hezîrana 1999'an de li Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan hat birîn jî, weke 29'ê Hezîrana 1925'an e û bi vê polîtîqayên înkar û tunekirinê li ser gelê Kurd ferz kirine. Di serî de komkûjiyên di bûyera Şêx Seîd de pêk hatî, komkûjiyên Zîlan, Dêrsim û ya dawî jî Roboskî divê bên ronîkirin."Daxûyanî, bi çepikan dawî bû. 

DIHA/AMED